BI DÎMEN

Serhat Eren: Konferans pêkanîna banga Ocalan e

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojava wê ji Kongreya Neteweyî ya Kurd re bibe gava pêşî û got, "Konferans rengê bicihanîna banga Birêz Ocalan e."

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren ê ku beşdarî konferansa li Rojava bûyî, diyar kir ku divê modela li Rojava belav bibe hemû Sûriyeyê û ev yek anîn ziman: ‘’Nîşandana Kurdan a ku daxwaza Sûriye û Rojavayeke çawa dikin wê di asta cîhanê de were erêkirin û piştgiriya wê were kirin. Dibe ku rêveberiya Sûriyeyê ji bo demeke kurt reaksiyonekê nîşan bide lê belê ez dikarim bibêjim ku çareseriyeke din jî nîne. Tişta ku dikeve berê rêveberiya Sûriyeyê ew e ku ew jî weke hemû cîhanê ku erê kiriye û rewa dibîne, guh bide wan daxwazan.’’

Heyetên DEM Partiyê yên piştî banga Rêber Apo ya ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ hatin avakirin, hevdîtinên xwe yên li hundir û derveyî welêt didomînin. Heyetê herî dawiyê li Başûrê Kurdistanê hin hevdîtin pêk anîn û piştre jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Heyet di 26’ê Nîsanê de beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdan a Rojavayê Kurdistanê a li bajarê Qamişloyê bû. Yek ji endamê heyetê Parlamemterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren têkildarî mijarê pirsên ANF’ê bersivandin.

Gelo hûn dikarin pêşçavdêriyên xwe yên têkildarî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin ziman?

Ev du roj in em li Rojava ne. Derfeta me çêbû ku em seredana hin saziyên li vir bikin. Li vir modeleke girîng a ku hemû gelên li gel Kurdan dijîn bi ziman, çand, dîrok, nasnameya xwe diparêzin û di pêvajoyên biryardayînê de jî rasterast tevlî dibin heye. Tekane alternatîfbûna vê modelê ya ji bo Sûriyeyê û Rojhilata Navîn nîşan dide ku paradîgmaya Birêz Ocalan ya  herî baş û herî rast e.  Ev model ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêviyeke mezin e. Ger modelên bi vî rengî xwe nespêrin gelan wê demê li ser piyan jî namînin. Tevî ku pergaleke ji aliyê hiqûqî ve nehatiye naskirin û ev 15 sal in tê sepandin jî ger xwe rasterast nespartiba gel, di van şert û mercên şerî de nedikarî li ser piyan bimîne. Ev yek bi saya gel pêk hatiye.

KURDAN DEST BI NIVÎSANDINA DÎROKA XWE KIR

Hûn derbarê armanc û encamên konferansa li Rojava de çi difikirin?

Li çar perçeyên ku Kurd lê dijîn, dîroka Kurdan ji aliyê welatên ku li wir dijîn hatiye nivîsandin lê belê tu caran bi awayê nasname, ziman, çand û jiyana wan nehatiye nivîsandin. A rastî bi vê konferansê Kurdan dest bi nivîsandina dîroka xwe kir. Ji ber wê yekê gelekî bi qîmet û girîng e. Bi lihevkombûn, axaftin û nîqaşkirinê dest bi diyarkirina pêşeroja xwe kirin. Ev di dîroka gelê Kurd de xaleke gelekî krîtîk û girîng e.

RÊ LI BER KONGREYA NETEWEYÎ VEKIR

Yek ji faktora ku rê li ber komkujiyên li ser gelê Kurd vedike nebûna yekîtiya gelê Kurd e.  Ev konferans belkî jî wê dawiya  bêşensiya gelê Kurd a di dîrokê de bîne;  nîşan da ku bi hev re tev digere û helwesteke hevpar nîşan dide û rê jî li ber kongreya neteweyî ya ku wê Kurdên li çar perçeyan bîne ba hev, vekir.

TEKANE HÊZ, HÊZA ME Û YEKÎTIYA ME YE

Ji vî aliyî ve gelekî girîng e; bêguman gelê Kurd wê di nava pergala ku tê xwestin ku li Rojhilata Navîn were avakirin de destkeftiyên xwe biparêzin û wan bi dest bixin; wê maf û berjewendiyên xwe biparêzin lê belê ya girîng û ya ku divê jê bawer bikin jî hêz û yekîtî ye. Tekane hêza ku me li Rojhilata Navîn bi hêz bike, bike xwedan statû û rê li ber bidestxistina mafên me veke, hêza me bi xwe ye. Dema ku Kurdan yekîtiya xwe ava kir wê demê tu hêz nikarin destkeftî û statuya Kurdan tune bikin. Aha ev konferans ji aliyê ku Kurd li Rojhilata Navîn pêşeroja xwe ava bikin ve pêngava yekem e, girîng e û bi qîmet e.  Gelekî girîng e ku Kurd li Sûriyeyê civiyan û nîşan dan ku li Rojhilata Navîn û li seransertê cîhanê daxwaza pêşerojeke çawa dikin. Divê ev konferans kûrtir bibe û li çar perçeyan veguhere yekîtiya neteweyî.

HEMÛ DAXWAZÊN KURDAN REWA NE

Bêguman hin xalên din ên girîng ên ku di encama vê konferansê de derketin holê jî hebûn; Pir girîng e ku gelê Kurd nîşan da ku li Sûriyeyê rêveberiyeke navendî naxwazin û parastina modela xwe veguherandin helwesteke hevpar. Jixwe gelê Kurd naxwaze dubare zulma 60 salên dawîn dubare bibînin. Kurdan di konferansê de nîşan dan ku ew daxwaza Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî dikin; dixwazin çavkaniyên raya giştî ya bi awayekî wekhev werin parvekirin, dixwazin ku di qada giştî de bi awayekî wekhev cih bigirin; zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, wekheviya jin û mêran şertê herî sereke ye, parastina ziman,çand û nasnameya gelên din ên li Sûriyeyê û dixwazin ji aliyê qanûneke nû ve ev hemû xal werin misogerkirin û parastin. Ez dikarim bibêjim ku bi qasî yekîtiya Kurdan hebe wê ev daxwaz jî werin qebûlkirin û di asta cîhanî de jî rewa ne. Bes bila yekîtiya gelê Kurd pêk were.

Konferans piştî banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ û îlankirina agirbestê ya PKK’ê hate lidarxistin. Ruhê bangê xwe di konferansê de çawa nîşan da?

Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Anîbû ziman ku divê mesele li ser zemîneke siyasî û hiqûqî were nîqaşkirin. Qala pêvajoyeke gelekî berfireh ku hemû azadiyan û hemû gelan eleqedar dike, dikir. Bi gotina zemîna hiqûqî jî qala parastina hemû mafan dikir. Anîbû ziman ku divê girêdayî zemîneke hiqûqî ev maf bi metneke hiqûqî werin parastin. Dema em li naveroka konferansê dinêrin jî em dibînin ku weke banga Birêz Ocalan e. Rasterast encameke pêvajoya ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Birêz Ocalan ve hatî destpêkirin e. Ev konferans encama hemû» hevdîtinên piştî bangê ne. Ji ber wê yekê jî ev rêya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatî vekirin, di nava demeke kurt de xwe li Rojava nîşan da. Vê konferansê nûnertiya bangê dikir.

Konferans dikare bandoreke çawa li parçeyên din bike?

Bi dîtina min ev konferans wê mîna bayekî di demeke kurt de bandorê li hemû parçeyan bike. Kurdên li çar parçeyan, gelên bi Kurdan re dijîn wê sûdê ji vê yekê werbigirin û li ser vê yekê dest bi avakirina civaka demokratîk bikin. Difikirim û hêvî dikim ku wê veguhere kongreya mezin, kongreya ku Kurd hemû tevlî bibin û bi helwesteke hevpar biryarê têkildarî Rojhilata Navîn werbigirin.

Encamên vê konferansê wê bandorê li parçeyên din jî bike. Bi dîtina min daxwazên li vir hatine kirin di heman demê de daxwazên Kurdên li Tirkiyeyê ye, daxwazên Kurdên li Îranê ye. Li Iraqê mirov dikare heta astekê qala statuyekê bikin, lê belê dawiya dawî daxwaza Kurdên li wê derê ye. Rewşeke neyînî yan jî destketiya li parçeeykî bandorê li parçeyên din jî dike.

Li gorî dewlemendiya etnîkî û baweriyan a herêmê, gelo ev model wê bandoreke çawa li herêmê bi taybetî jî li danûstandinên Rojava-Şamê bike?

Bi dîtina min, pêvajoya heyî wê bandoreke erênî hem li Sûriyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bike. Kaos û krîza ku ji ber nenaskirina mafên bingehîn ên gelan, serweriya rêveberiyên zordar, otorîter û faşîst rû da, 100 sal in li ser vê xakê dewam dike. Ev rêveberiya krîz û kaosê ku tiştek neda gelan,  ji niha û pê ve jî wê tiştekî nede. Ev yek li Sûriyeyê hate dîtin. Lewma ya ku divê bê kirin ev e; Sûriye ya ji gelek etnîsîte, çand û olan pêk tê, li gorî taybetmendiya xwe ya sosyolojîk bê birêvebirin. Ti wateyek xwe nîne ku di sîstema krîz, kaos, xwîn û kuştinê de israr bê kirin, ku ev sîstem hatiye ceribandin û bi ser neketiye.

MODELA LI ROJAVA DIKARE LI SÛRIYEYÊ BELAV BIBE

Modela Rojava dikare li tevahiya Sûriyeyê belav bibe. Ya ku divê bibe jî ev e. Her ku bê taloqkirin wê kaos û krîzên li Sûriyeyê hîn mezin bibin. Lewma ya ku divê tavilê bê kirin ew e ku zemîna qanûnî û destûra bingehîn a jiyana bi hev re ya gelan -Kurd, Ereb, Elewî, Durzî, Xiristiyan, Suryanî, Ermen- bê avakirin. Eger ev nebe wê paşerojeke ronî nebe para Sûriyeyê. Ji ber vê yekê eger Kurd daxwaza xwe ya li ser rengê Sûriyeyê, rengê Rojava nîşan bidin, ev yek wê di asta cîhanê de bê qebûlkirin û piştgirî jê re bê dayin. Dibe ku rêveberiya Sûriyeyê di dema nêz de li ber vê yekê rabe, lê belê dikarim bibêjim ku wekî din çareseriyek nîne. Ji bilî modela ku Kurdan destnîşan kirine ti modeleke alternatîf nîne. Ya ku dikeve ser milê rêveberiya Sûriyeyê ew e ku guhê xwe li van daxwazên rewa negire.

HÊVIYA ME YA LI SER PAŞEROJÊ XURT E

Herî dawî peyameke we heye ku hûn dixwazin bidin derdorên siyasî û gel?

Pêwîstî pê nîne ku em peyamekê bidin gelê xwe; gelê me ji me baştir vê pêvajoyê dinirxîne. Kurdên li Rojava, Rojava careke din pîroz dikim. Berdêlên gelekî giran da. Kurdan ne tenê ji bo gelê Kurd yê li Rojava bi navê tevahiya cîhanê li dijî mejiyê tarî, li hemberî sîstemeke ku hewl dida Rojhilata Navîn, Sûriyeyê veguherîne dojehê bi navê gelên cîhanê têkoşiyan û îro bi ser ketin. Di serî de Birêz Ocalan ez spasiya her kesî dikim ên ku tevkarî li lidarxistina konferansê kirin. Ji ber ku em şahidiyê ji kêliyeke dîrokî re dikin, vê yekê li gelê me pîroz dikim. Hêviya me ya ji bo paşerojê xurt e.