Xelkê Dêrikê ji bo Rêber Apo meşiya

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li navenda bajarê Dêrikê meşek hate lidarxistin.

Girseya gel li Qada Azadî li hev kom bû û bi wêneyên Rêber Apo dest bi meşê kir.

Di meşê de tim û tim dirûşma 'Bê Serok jiyank nabe' hate qîrîn.

Di dawiya meşê de jî li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê mîtîngek hate lidarxistin.

ji rêveberên Kongra Star Şadiya Yûsif daxuyanî da û diyar kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin û heta vê pêk bînin wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Ji reveberên Meclîsa Bajêr a Dêrikê Ceger Efrîn jî got, "Bêrawestan, bênavber em ê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin."