Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin

Belgeya ji gelek biryaran a 'Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê' hate erêkirin. Di belgeyê de tê destnîşankirin ku herêmên Kurdan divê di bin sîwana Sûriyeyeke federal de bibin yek.

Konferansa ku roja Şemiyê bi beşdariya zêdeyî 400 kesî pêk hat, bi erêkirina 'Belgeya Helwesta Hevpar' bi dawî bû.

Di belgeya bi yekdengî hate erêkirin hem li qada Sûriyeyê hem jî li qada neteweyî ya Kurdan xwedî gelek biryaran e.

Li qada neteweyî ya Sûriyeyê xala destpêkê bi vî rengî ye: "Sûriye dewleteke ji gelek netewe, gelek çand, gelek ol û gelek baweriyan e ku mafên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Çerkes û Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyan jî di nav de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra bingehîn de misoger dike û bi pîvanên di ser destûra bingehîn re misoger dike."

Li qada neteweyî ya Kurdan jî xala destpêkê bi vî rengî ye: "Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de bibe yekîneyeke îdarî û siyasî ya hevgirtî."

Ji bo Kurdan tê xwestin, "Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin."

Belgeya hate erêkirin bi vî rengî ye:

QADA NETEWEYÎ YA SÛRIYEYÊ:

1. Sûriye dewleteke ji gelek netewe, gelek çand, gelek ol û gelek baweriyan e ku mafên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Çerkes û Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyan jî di nav de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra bingehîn de misoger dike û bi pîvanên di ser destûra bingehîn re misoger dike.

2. Divê dewlet li gorî peymanên navneteweyî, mafên mirovan û pîvana welatîbûna wekhev tevbigere.

3. Sîstema Rêvebirinê (Hikumraniyê) li Sûriyeyê sîstemeke parlemanî ya bi du odeyan e, bingeha wê pirrengiya siyasî, veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane û cudakirina desthilatan e. Di çarçoveya sîstemeke nenavendî de xwe dispêre meclîsên herêman.

4. Sûriyeyê nenavendî ye, desthilat û dewlemendî di navbera navend û derdoran de bi awayekî dadmend têne dabeşkirin.

5. Navê dewletê, ala wê û sirûda wê ya niştimanî divê cihêrengiya neteweyî û çandî ya civaka Sûriyeê nîşan bide.

6. Dewletê li beramber ol û baweriyan bêalî ye, mafê pêkanîna ayînên olî parastî be û ola Êzdî wek ola fermî li dewletê were naskirin.

7. Xwe bispêser nasnameyeke niştimanî ya hevbeş ku taybetiyên pêkhateyên cuda li ber çavan bigire.

8. Misogerkirina wekheviya jinan û mêran li Sûriyeyê û pêkanîna nûnertiya wan di hemû saziyan de.

9. Parastina mafên zarokan li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Lêborîna Navdewletî, lênêrîn û alîkarîkirina wan li gorî xwezaya herêm û karîna wan. Divê pêdiviyên wan ên taybet ên li gorî xweza û temenê wan li ber çavan bêne girtin.

10. Dabeşkirinên gerînedeyî (îdarî) yên heyî ji nû ve li ber çavan were girtin, li gorî hijmara nifûsê (hijmara mirovan) û rûbera erdnîgarî.

11. Şûnwar û bermahiyên dîrokê yên Sûriyeyê yên ku hatine talankirin û li hundir û derveyî welat hatine belavkirin, vegerînin cihên wan ên resen.

12. Betalkirin û rawestandina encamên guhertina demografî li herêmên Kurdî û hemû herêmên Sûriyeyê, koçberên bi darê zorê yên Serêkaniyê/Ras El Eyin, Girê Spî/Til Ebyed û Efrîn bi ewle vegerin malên xwe.

13. Komeleke Damezrîner were avakirin di bin sîwana navdewletî de, ku nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, ji bo sazkirina rêgezên demokratîk û avakirina hikûmeteke ku nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û hemû desthilatên cîbicîkar di destê wê de hebin.

14. Mafê hemû pêkhateyan yê derbirînê, perwerdeya bi zimanê dayikê û pêkanîna çandê eye.

15. Roja 8’ê Adarê weke Roja Jinan.

QADA NETEWEYÎ YA KURD:

1. Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de weke yekîneyeke îdarî û siyasî ya yekbûyî bibe yek.

2. Hebûna neteweyî ya gelê Kurd a li Sûriyeyê weke gelekî xwecihî bê naskirin. Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.

3. Fedakariya şehîdên şoreşa Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hêzên ewlekariyê, girtiyên li zindanan jiyana xwe ji dest dan û yên ku di berxwedana li dijî komkujiyên DAÎŞ'ê de şehîd bûn bi rêzdarî bêne pêşwazîkirin, piştgirî ji malbatên wan re bê dayin û bi sererastkirinên qanûnî re mafên wan bêne misogerkirin.

4. Ciwan di nava civakê de weke hêzeke bingehîn bê dîtin û li nava hemû saziyên dewletê bi rengekî wekhev bêne temsîlkirin.

5. Kurdî li gel Erebî di destûra bingehîn de weke zimanê fermî bê naskirin, perwerde û hîndekariya Kurdî bê pêkanîn.

6. Têkildarî zimanê Kurdî, mîrateya dîrokî û çanda wê navend û beşên pêwendîdar bêne avakirin, navendên medyayê yên weke qenalên televîzyonê û radyo yên bi weşana Kurdî bêne avakirin, pirtûk, kovar bêne weşandin, navendên kar û lêkolînê bêne vekirin.

7. Kurd tevlî saziyên qanûndanîn, dadgerî, rêveberî û ewlekariyê yên dewletê bêne kirin.

8. 21'ê Adarê weke Newroz li welêt weke betlaneya fermî bê qebûlkirin û 12'ê Adarê jî weke Roja Bîranînê ya Serhildana Qamişloyê bê qebûlkirin.

9. Projeya Kembera Ereb a li dijî Kurdan û operasyonên Erebkirinê yên li herêmên Kurdan jî di nav de hemû polîtîka, tedbîr û qanûnên îstîsnayî bêne betalkirin, tazmînat ji mexdûrên van polîtîkayên cihêkar re bê dayin. Divê li rewşa beriya van polîtîkayê bê vegerandin, peymanên eşkere û veşartî yên bandorê li serweriya Sûriyeyê û hebûna Kurdan dikin bêne betalkirin.

10. Ji bo welatiyên Kurd ên sala 1962'an di jimartina nifûsê ya îstîsnaî de ji welatîbûnê hatin derxistin û navê wan nehate qeydkirin, welatîbûna Sûriyeyê li wan bê vegerandin.

11. Ji ber xemsariya bi zanebûn a têkildarî pêşvebirina herêmên Kurd, rêjeyek ji hatineya dewlemendiyan ji bo pêşvebirin û jinûve avakirina herêmên Kurdan bê veqetandin.