Li derdora Şamê di şer de herî kêm 18 kes hatin kuştin

Şer û pevçûnên li Sûriyeyê yên ku piştî belavbûna dengekî ya li ser înternetê ku tê îdîakirin heqaretê li Îslamê dike, dest pê kirin, berdewam dikin. Hate ragihandin ku duh bi şev 18 kes hatine kuştin.

Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di encama şerên navbera komên cuda ên li herêmên Eşrefiye û Sehna yên Şamê û hêzên rejîmê jî tevlî bûn de 18 kes hatine kuştin.

Rejîm li herêmê qedexeya derketina derve îlan kir û tê gotin ku gelek sivîlan ji ber şer û pevçûnan herêm terikandine.

Her wiha sedema şer û pevçûnan weke dengê ku hefteya borî ketiye ser înternet tê nîşandan ku tê îdîakirin ku di dengê berbehs de heqaret li Îslamê hatiye kirin.

Şer û pevçûn li bajarê Ceramana yê girêdayî Şamê dest pê kirin û di demeke kurt de li bajarên weke Humus, Şam û Suwaydayê veguherîn rageşiyeke mezhebî. Di şer û pevçûnên destpêkê  de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.