Hevdîtinên DBP û DEM Partiyê yên li Rojava didomin

Şandeya DBP û DEM Partiyê di çarçoveya serdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi rayedarên PYD û ENKS’ê re hevdîtin kir.

Şandeya Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) û Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) a ku beşdarî  Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bû, hevdîtinên xwe didomîne. 

Şandeya ji hevserokê BDP’ê Keskîn Bayindir, endamê DEM Partiyê Serhat Eren, parlementerên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, serdana Şaredariya Qamişloyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokratîk a Kurdistanî-Sûriye (PDK-S) û Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê kir.

Di hevdîtinan de li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hatin kirin. 

Şande wê sibe serdana navenda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li Qamişloyê jî bike.