QSD'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir ku meha Kanûnê di dem û rojên cuda de şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanên wan li eniyên Minbic, Dêr hafir û Sirrînê di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şervan Demhat Reqa, Dijwar Heleb, Roceger Welat, Siwar Masûm û Şoreş Amanos şehîd ketin.

QSD'ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza xwe dubare ku wê li ser xeta şehîdan têkoşînê dewam bikin. Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Nasnav: Demhat Reqa
Nav paşnav: Mueyed Billah Ehmed
Dayik: Oş
Bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dema şehadetê: Sirrîn, 10'ê Kanûna 2024

Nasnav: Dijwar Heleb
Nav paşnav: Xelîl Mehmûd Xelîl
Dayik: Hesna
Bav: Mehmûd
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cih û dema şehadetê: Dêr Hafir, 7'ê Kanûna 2024

Nasnav: Roceger Welat
Nav paşnav: Rodî Xelef
Dayik: Nûra
Bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û dema şehadetê: Sirrîn, 10'ê Kanûna 2024

Nasnav: Siwar Masûm
Nav paşnav: Aydin Reşîd
Dayik: Fatima
Bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dema şehadetê: Minbic, 7'ê Kanûna 2024

Nasnav: Şoreş Amanos
Nav paşnav: Mistefa Mamo
Dayik: Emîra
Bav: Xalid
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dema şehadetê: Sirrîn, 10'ê Kanûna 2024."