Rênas Fetah: Pergala perwerde û ezmûnan wê neyê guhertin
Rênas Fetah diyar kir ku amadekariya ji bo ezmûnên serbest tên kirin û got: “Pergala perwerde û ezmûnan wê neyê guhertin û weke salên borî bidome.”
Rênas Fetah diyar kir ku amadekariya ji bo ezmûnên serbest tên kirin û got: “Pergala perwerde û ezmûnan wê neyê guhertin û weke salên borî bidome.”
Li Sûriyeyê her sal ji bo bidawîkirina sala xwendinê ezmûn tên kirin û li gor wê ezmûnê xwendevan beşa xwe ya xwendinê diyar dikin. Rêveberiya Xweser îsal ji bo şagirtên ku ji ber rewşa şer nikarîbûn xwendina xwe bidomînin, derfetek mezin ava kir. Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi hemû xwendevanan re dibe alîkar ku encamek baş ji xwendina salê derxîne.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Rênas Fetah têkildarî rewşa ezmûnên sala 2024-2025’an agahî dan.
Fetah diyar kir ku ji bo tevahî xwendevananê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekarî tên kirin û wiha axivî: “Piştî rewşa ku li Sûriyeyê qewimî bi taybet ketina rejîmê re pergala perwerdeya heyî ket destê Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser di aliyê parastinê de jî barê van xwendevanan girt ser milê xwe û heta dawî dixwaze ku mafê van xwendevanan biparêze da ku siberojek baş ji wan re ava bike. Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser guftugoyên berfireh di vê mijarê de pêkanîn. Ji bo ku bikaribin encameke baş ji bo xwendina van xwendevanan pêk bînin û ezmûnek giştî ji bo xwendekaran çêdikin. Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek nivîskî weşand ragihand ku pergala perwerde û ezmûnan wê neyê guhertin û weke salên borî bidome.”
AMADEKARÎ TÊN KIRIN
Rênas anî ziman ku ji bo xwendevanên ne li dibistanê ne ezmûnên serbest amade dikin û wiha pêde çû: “Xwendevan ji bo ezmûna xwe ya salê biqedîne li gor beşa zanistî û wêjeyî pirtûkên xwe bi giştî dixwîne. Dibistan jî bi erka xwe radibû ji bo ku xwendevan xwe ji bo ezmûna salê amade bike. Hejmara xwendevanên ji bo ezmûna serbest pir başe. Bi vê yekê re em diyar dikin ku ciwanên me dixwazin di aliyê zanistî û wêjeyî de xwe pêş bixin. Amadekariya ji bo ezmûnên serbest tên kirin. Hem di aliyê cih û şêwazê pirsan de komîte hatin avakirin ku ji bo her tişt bi rêxistinî were meşandin.”
XWENDEVANÊN KOÇBER PERWERDEYA XWE DOMANDIN
Rênas bilêv kir ku hin xwendevan daxwaza wan hebû ku bawernameyên Rêveberiya Xweser jî bi dest bixin. Rênas anî ziman ku ji Kanûna 2024‘an heta Gulana 2025’an tomarkirina navê xwendevanên serbest berdewam dike û wiha domand: “Her Kantonek wê li gor cih û xwendevanên xwe pirsan amade bikin. Hatina koçberên Şehba û Helebê bandorek mezin li me nekirin. Me xwendevanên koçber yekser derbasî dibistanan kir û pergala xwe ya perwerdeyê domand. Pirsgirêka heyî ji ber rewşa nezelal a hikûmeta Şamê xwendevan jî nema dizanin wê ezmûnên xwe pêşkêşî kuderê bikin. Lê bi hatina xwendevan û mamosteyên Şehbayê di pergala perwerdeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewlemendiyek hat afirand.”
BARÊ TEVAHIYA XWENDEVANAN GIRTINE LI SER MILÊ XWE
Fetah Rênas destnîşan kir ku ji bo tevahiya xwendevanan heta niha ti agahî ji hikûmeta Şamê nehatiye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Rêveberiya Xweser ji bo ezmûnên van xwendevanan xwe daye pêş û barê wan girtiye ser milê xwe. Lê pirsên ezmûnên van xwendevanan wê ji branşên rejîmê were derxistin. Ji bo pergala hikûmeta Şamê bimeşe guftûgoyên berfireh ji aliyê Rêveberiya Xweser tên kirin. Pêwîste xwendevan bi armanca serkeftinê van ezmûnan bi ser bixin. Divê were zanîn ku ev ezmûn tenê ne ji bo girtina bawernameyekê ye lê ev ji bo pêşxistina jiyan û civaka kesan e.”