BI DÎMEN

Salar Hisên: Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ji bo gelê Kurd pêngavek girîng e

Nûnerê YNK’ê Salar Hisên ê ku beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bû, behsa girîngiya peyama Rêber Apo kir û destnîşan kir ku rola konferansê di pêkanîna yekrêziyê û li hevkirina siyasî de mezin e.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê, ji bo lihevkirina Kurdan rolek girîng lîst. Li ser vê bingehê gelek kesayet, siyasetmedar û nûnerên partî û rêxistinên Kurd cihê xwe di vê konferansê de girtin da ku bi hevre bighînin biyarekî ku têde mafê gelê Kurd û gelên li herêmê were parastin.

Di Konferansê de gelek siyasetmedar û nûnerên partî û rêxistinên Kurd ku beşdarî konfernasê bûne, ev konferans weke konferanseke dîrokî ji bo gelê Kurd nirxandin. Her wiha yekem care ku di konferanseke wiha de wê nêrîna Kurdan a hevpar derkeve pêş.

Nûnerê YNK’ê Salar Hisên, ê ku beşdarî konferansê bû ji ANF’ê re axivî û ev konferans li hemû gelê Kurd pîroz kir. Salar Hisên, behsa girîngiya konferansê kir û got, “Ev konferans di encama ked û hewldanên mezin de pêk hat. Bi wesîleya vê konferansê wê mafê Kurdan di Sûriyeyeke demokratîk de misoger bibe.”

Salar Hisên, bal kişand ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo û wiha axivî, “Pêşî em sipasiya Rêber Apo dikin. Ji ber ku banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo bingeheke girîng di vê konferasnê de hildigre. Ev yek her tim ji bo gelê Kurd dibe çavkanîya hêz û çareseriyê.”

Salar Hisên, di dawiyê de jî hêviyên xwe ên ji bo misogerkirina serketinên mezin anî ziman û got, “Yekemîn rêya çareserî û misogerkirina mafê Kurdan bi diyaloga Kurdan a ligel hev re pêkan e. Her wiha hêviyê me di misogerkirina mafê Kurd û gelê Kurd de mezin e.”