Berxwedana gel a li Tişrînê 110 roj in dewam dike

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina Bendava Tişrînê ji 8'ê Çileyê û vir ve nobeda berxwedanê ya gel dewam dike. Berxwedan di roja 110'an de ye.

Li dijî êrîşên çete û dewleta Tirk, li Bendava Tişrînê ku ji bo gelê herêmê gelekî girîng e, berxwedana gel bi dorvegerî dewam dike.

Berxwedan ji aliyê şêniyên Kantona Firatê ve tê meşandin. Mehmûd Mihemed Elî ku li gel 85 saliya xwe cara 8'emîn e di nobeda berxwedanê de ye, diyar kir ku berdêla wê çi dibe bila bibe wê vê xakê biparêze.

Mehmûd Mihemed Elî ji ANHA'yê re axivî ûg ot, "Em ê piştgiriyê bidin ewladên xwe yên şervan. Çiqasî zehmetiyê bikişînim jî, heta nefesa xwe ya dawî ez ê li ber xwe bidin. Ez bi gopal dimeşim, lê li gel vê yekê jî li vê derê me, li ser piya me."

Nobedar got, "Ez hêza xwe ji baweriya xwe ya dilsoziya bi vê xakê re tînim. Me li vê derê rojên zor û zehmet, serma û nexweşiyên giran dîtin. Ez û malbata min li vê derê carekê birîndar bûn. Lê belê me ti carî serî netewand û heta îro li ser piyan man.

Moralê me bilind e, em ê têk neçin. Berxwedana min hêz da xizmên min û ew jî tevlî berxwedana li vê derê bûn. Heta serketinê em ê li vir bin."