Ridvan Qamişlo: Konferans ji bo paşeroja gelan girîng e

Ji delegeyên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Ridvan Qamişlo got, "Konferans ji bo paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê gaveke girîng e."

Ji delegeyên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî Ridvan Qamişlo ku bi navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konferansê bû, li ser mijarê axivî.

Ridvan Qamişlo anî ziman ku pêkhatina konferanseke bi vî rengî ku weke gel bi salan e bi hesreta wê ne, cihê kêfxweşiyê ye got, "Em li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî konferansê bûn. Di heman demê de li ser navê gaziyên şer me peyama xwe pêşkeşî dîwana konferansê kir. Ji gelek deveran kesayetên hêja hatibûn. Ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, dîsa ji Şamê jî mêvan hatibûn. Atmosfereke pir bi coş û heyecan hebû. Di axaftin û nêrînên hatin parvekirin de işaret bi girîngiya yekîtiya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê hat kirin."

Ridvan Qamişlo destnîşan kir ku di konferansê gelek xalên ji bo mafê gelê Kurd û gelên herêmê di Sûriyeya nû de bên misogerkirin hebûn û tevahiya delege li ser wan xalan xwedî heman fikrê bûn. Ridvan Qamişlo wiha dewam kir, “Belgeya lihevkirinê ya ji 13 xalan hat xwendin. Piştre jî têkildarî xalan nîqaş û nirxandin çêbûn. Nirxandin pir bi wate û erênî bûn.”

Ridvan Qamişlo di dawiyê de jî got, “Em weke hevalên gazî careke din Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin. Bi saya keda bi hezaran şehîdan û Rêber Apo şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Em ê heya dawiyê destketiyên gelên xwe biparêzin. Konferans ji bo paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê gaveke pir girîng bû. Em bawer in wê ev konferans bibe avakirina bingeha yekîtiya Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê û pêkve jiyana hemû gelan.”