Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê gihişt Efrînê

Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê gihişt Efrînê. Heyetê diyar kir ku ew ji berxwedana Efrînê serbilind in.

Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê vê êvarê gihişt Efrînê. Nûnerên Rêveberiya Xweser û gelên Efrînê heyet pêşwazî kirin.

Hevserokê Meclîsa Rêvebir ê Efrînê Osman Şêx Îsa heyet silav kir û diyar kir ku hatina heyetê tê wateya yekîtiya neteweyî.

Hevserokê Meclîsa Rêvebir Hecî Mistefa jî diyar kir ku ew ji hatina heyeta Başûrê Kurdistanê serbilind in û bal birin ser vî tiştî ku hatina heyetê yekîtiya neteweyî xurt dike.

Elî Halo yê di nav heyetê de jî diyar kir ku ew ji berxwedana Efrînê şanaz in.

Di heyeta Başûrê Kurdistanê de Parlamenterê Partiya Komunîst Ebû Karwan, parlementerê PDK’ê Elî Halo, Parlementerê Goranê Şêrko Heme Emîn û parlementerê Yekgirtu Suhrab Mîkaîl cih digirin.