Li du navçeyên Efrînê şer giran e

Li derdora gundê Şêxurzê yê Bilbilê û gundê Sarincekê yê Şerayê di navbera şervanên QSD'ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî dijwar diqewime. Hêzên dagirker her wiha topan diavêjin navenda Efrînê.