Heyeta Başûrê Kurdistanê serdana Perestgea Eyn Dara kir

Heyeta parlamenterên Başûrê Kurdistanê serdana Perestegha Eyn Dara ya ku ji aliyê ÛNESCO ve di lîsteya Mîrasên Cîhanê de cih digre û di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de hatibû rûxandin kir.

Heyet li herêmê lêkolîn kirin û diyakirin ku zirara li herêmê bûye, wê ji bo NY bikin rapor.

Heyeta ji parlamenterên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê çûbûn Efrînê îro serdana Perestgeha Eyn Dara ya ku di lîsteya Mîrasên Cîhanê ya ÛNESCO de cih digre. Heyetê rapora perestgeha ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû bombebaran kirin amade kir.

Rapora ku endamên parlamentoyê amadekirî wê bibin Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û piştre bigihînin Netewên Yekbûyî.