Koordînasyona Meclîsa Herêmên Bakurê Sûriyeyê li dijî bêdengiyê nerazîbûn nîşanda

Koordînasyona Meclîsa Herêmên Bakurê Sûriyeyê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê bêdengiya nerazîbûn nîşanî hêzên navneteweyî da, destnîşan kir ku hê li herêmê kirîzên mirovî rû nedin pêşiya êrîşan bigirin.

Koordînasyona Meclîsa Herêmên Bakurê Sûriyeyê têkilarî bûyer û pêşketinên li herêmê daxuyaniyek da û bêdengiya qada navneteweyî şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê Xesan Yûsiv ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya DAIŞ, Nusra û Qaîda êrîşeke hovane li ser herêma Efrînê ya bi ewle daya meşandin û hate gotin ku êrîş ketiya roja 24’an û tevî hemû komkujiyên ku li dijî gelê Efrînê pêk tê, hîn civaka navdewletî bê denge.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

“Tevî rewşa aloz ku ev çand sal in li Sûriyê tê jiyîn û di encamê de kuştin, wêranî û koçberiya gelê Sûriyê pêk hat jî, heêrmên me yên Bakurê Sûryiê di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokokratîk û bi taybet Efrînê bi aramî û ewlekarî jiyan kir. Her wiha zêdeyî 400 hezar koçberên ji herêmên şer ên Sûriyê pêşwazî kirin. Efrîn û rêveberiya Efrînê ewlekarî, aramî û azadiyê ji welatiyên koçber re pêk anî û çalakiyên xwe yên aborî û bazirganî bi rehetî li wir pêk anîn.

Sînorê Tirkiyê yê bi herêmên Rêvberiya Xweser û bi teybet Efrînê re û tevî kiriyarên dewleta Tirk ji qetilkirina welatiyan û destdirêjya li ser mal û milkên wan ên giştî û taybet jî, lê ev sînor di vê demê de aram û bi ewle bû. Di dema ku civaka navdewletî li çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re digere û dixwaze şerê li herêmê bi dawî bibe û herêmên aram ku Efrîn nimûneya wê be ava bike. Dewleta Tirk ev 24 roj in û bi hevkariya komên tundrew ji Cebhet El-Nusra, bermahiyên DAIŞ’ê, her wiha komên ji navê Artêşa azad li xwe dikin û pitgiriya xwe ji Koalîsyonê dibînin, êrîşî herêma Efrînê kirin. Di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekan balafir û heta çekên qexekirî wekî gaza kilor, napalim bikar anîn. Her wiha siyasetên tunekirina nijatî bi armanca belavkirina kîn û nefretê pêk anîn. Êrîş dibe sedema karîseya mirovahî û hîn civaka navdewletî beranberî wê bêdeng e.

Kiryarên êşkenceya bi cenazeyên şehîdên me, talankirin û diziyamal û milkên welatiyan êrîşa li dijî binsaziya herêmê, cihên olî, dibistanan û kuştina sivîlan terora ku bi zanebûn hikûmeta AKP’ê û çeteyên wê li dijî herêmê didin meşandin. Di encamê de heta niha bi dehezaran welatiyên gundên aram ji herêmên xwe koçber bûn û ev yek rê li ber karîseyeke insan li Efrînê vedike.

Rêxistinên hiqûqî, Konseya Ewlekariyê, NY û dewletên destê wan di aloziya Sûriyê de hene heta niha bê helwestin in, ne tenê wiha di gelek caran de xwe didin aliyê êrîşkaran. LI şûna ku NY ji bo rawestandina êrîşa hovane tevbigere, êrîşa hovane rawestîne û sivîlan biparêze, RÊveberiya Xwerser tewanbar dike ku tevgera welatiyan asteng dike û nahêle ji herêmên xeter derkevin.

Tiştê bala mirov dikşîne jî helwesta Rûsiya ku li ser parastina wê herêmê radiwestiya, rê da dewleta Tirk ku êrîşeke hovane li dijî heêrmê pêk bînine. Rûsiya di nerîna wan de ku wê wiha hikûmeta Erdogan qezenc bike û wê timayên xwe li Sûriyê têr bike, di nerîna wan de wê karibin wê beşê ezîz ê xaka Sûriyê dagir bikin.

Tiştî herî kêm ku ji hesabên wan derdikeve û êrîşan pêk tîne. Divê Rûsiya berpirsyariyên xwe yên derbarê gelê Sûriê bi gitşî û gelê Kurd bi teybetî pêk bîne.Divê di zûtirîn dem de destwerdanê bikin da ku dawî li komkujiyên ku wê bibin nîşaneyek şermê li ser rûyê kujeran.

Em bang li Konseya Ewelekariyê ya navdewletî, NY, Rûsiya, Yekîtiya Ewropa û Amarîka dikin ku di zûtirîn dem de destwerdanê bikin da ku êrîşa hovane ku her tiştî dişewitîne rawestîne.

Her wiha korîdoreke mirovî ji bo derbaskirina alîkariyên tenduristî û mirovî ji bo Efrînê pêk bîne, her wiha êrîşa li dijî Efrînê wekî binpêkirina qanûna navdewletî û êrîşa li ser serokatiya Sûriyê bigrin dest.

Di dawiyê de jî em berxwedana QSD, YPG, YPJ yên parstina herêma Efîrnê dikin silav dikin. Berxwedana wan parstina hemû gelê Sûriyê û serokatiya xaka Sûriyê ye, her wiha em berxwedana Efrînê bi hemû pêkhateyên wê silav dikin û wê wekî berxwedana bi rumet a ji bo parstina tevahiya Sûriyê hesab dikin. Em berxwedana hemû pêkhateyên Sûriyê û piştgiriya wan a bi Efrînê re jî silav dikin, bi taybet bi riya derbasbûna bi hezaran welatiyan a Efrînê û meş û çalakiyên ku têne lidarxistin.