Cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê

Li Efrînê bi merasîmekî bi heybet ve cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

Bi hezaran gelê herêma Efrînê cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Dilda Tobal, Hisên Nibo, Mihemed Mustefa, Mezlûm Reşo, Osman Nesan, şervanên QSD‘ê Bahoz Cûdî, Mihemed Mamo (Cûdî Qendîl), Basil Xelîl (Mezlûm Heleb), Elî Hesen (Deştî Demhat), Zekeriya Hiso (Piling Şihba), Şêxmûs Musefa (Rêbaz Meydano), Rênas Sîpan Osman (Şevger Dirbêsiyê), Çekdar Sozdar, Ebdullah (Akif), Şervana YPJ‘ê Berfîn Zîlan, endamên Hêzên Parastina Civakî Mihemed Reşo (Xalo) û Osman Neso û şehîdê sivîl Heyder Seydo bi merasîmekî bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê girseyî li Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr oxir kirin.

Endam û Rêveberên TEV-DEM‘ê, Meclîsa Damezrîner a Federliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, heyeta ji Başûrê Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD,YPG/YPJ’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Berko axivî û wiha got: “Şervanan derbeyên mezin li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixin, ev yek wateya berxwedan û parastina xaka welat diyar dike. Gelê Efrînê şopdarên xeta şehîdan e û wê tola wan rake. Tevî bikaranîna çekên giran gavek jî derbasî herêmên me nebûne.”

‘ÇAWE KOBANÊ BI SERKET, EFRÎN JÎ WÊ BISERBIKEVE’

Li ser anvê heyeta parlamenterên Başûrê Kurdistanê, ji Partiya Komûnîst Bavê Kerewan axivî û wiha got: “ Efrînê ji cîhanî re diyar kir ku ew Kurd xwedî maf û îradeyeke bi hêz e, gelê Başûr bi dil û can bi Efrînê re ye, çawa Kobanê bi serket, Efrîn jî wê bi serkeve.”

Piştre Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mûstefa Hesen, Cîgîrê Fermandariya Gitşî ya Ceyş El-Suwar Ehmed Sultan axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandan rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan li Goristana Şehîd Avesta Xabûr hatin veşartin.