Heyeta Başûrê Kurdistanê: Efrîn ne bi tenê ye

Heyeta Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku ji bo piştevaniyê çûbûn Efrînê diyar kirin ku serketina Efrînê wê serketina hemû Kurdistanê be û wiha gotin; “Piştgiriya ji bo Rojava û Bakurê Sûriyeyê erka me ye.”

Heyeta ku ji parlamenterên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêk tê, ji bo piştevaniya Efrînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya çapemeniyê li ber avahiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi tevlîbûna Hevserokên Rêveberiya Xweser Hêvî Mistefa û Osman Şêx Îsa, Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso, Hevserokê Meclîsa Qanûndanînê Mihemed Seîd Yûsif, Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mistefa Hesen, Hevseroka TEV-DEM’ê Daliya Henan û bi dehan erkdarên çapemeniyê beşdar bûn.

‘EFRÎN NE BI TENÊ YE’

Hevseroka Rêveberiya Xweser Hêvî Mistefa diyar kir ku li dijî êrîşên li ser Efrînê berxwedaneke dîrokî tê kirin û wiha got; “Serdana Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji bo hemû cîhanê da nîşandan ku Efrîn ne bi tenê ye.”

‘WÊ SERKETINA 4 PARÇEYÊN KURDISTANÊ BE’

Piştre parlamenterên di nava heyetê de cih girtin axivîn û wiha gotin; “Berxwedana welatiyên Efrînê li dijî teknîka dijmin ji bo cîhanê dan nîşandan ku bihêztir in. Serketina Efrînê serketina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Di vê demî de pêwistiya aliyên Kurd bi yekîtiyê heye û wê Parlamentoya Herêma Kurdistanê hemû alikariyên pêwîst bike.”

‘PIŞTGIRÎ ERKA ME YE; WÊ HEWLDANÊN ME ÇÊBIBIN’

Piştre endamên heyetê bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kirin ku piştgiriya niha tenê di aliyê siyasî û manewî de û ji bo rakirina ambargoya li ser Efrînê wê hewldanên me çêbibin.,

Endamên heyetê bal kişandin li ser gefên Sefîrê Tirkiye yê li Hewlêrê yên li dijî parlamentoyê û diyar kirin ku Parlamentoya Başûrê Kurdistanê nûneritya hemû gelan dike û li gorî qanûnan tevdigere, piştgirîdayîna Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî erkeke wan e.