NY’yê dîsa li Sûriyeyê ji bo agirbestê hişyarî da

NY’yê, banga agirbesta mirovî kir û destnîşan kir ku ji hefteya borî û vir ve li Sûriye şer hê zêdetir bûye û hişyarî da ku kirîzên mirovî gihiştine asta herî mezin.

Di banga Kordînatorê Alîkariya Mirov a Sûriye ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Alî El Zatarî ya 6’ê Sibatê dayî, divê bi lezgîn agirbest were kirin di pêkneanîna agirbestê de hişyarî dabû ku wê qirîza însanî mezin bibe. Lewma di wextê derbazbûyî de hate dîtin ku Tirkiye di nav de alî li şûna agirbestê şer hîn zêdetir kirine.

Di daxuyaniya ji aliyê Kordînatorê NY’ê Alî El Zatarî ya îro hatî kirin de jî, bal kişand ser zêdebûna şer ya di 6 rojên derbazbûyî de, hişyar da ku di şerê navxweyî û vir ve demê herî xirap e tê jiyîn. El Zatarî, bal kişand ser ji ber sedema şer bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest daye, pêlên mezin ên koçberiyê pêk hatine.

El Zatarî, ji ber sedema bombebaranan gelek tesîsên bingehîn ên sivîlan zerer dîtiye, anî ziman ku di nav van de navendên tendurustî û nexweşxane jî hene. El Zatarî, dîsa bang kir ku divê her alî guh bide banga wan.

Tê zanîn ku di êrîşên Tirkiyeya dagirker ya li ser Efrînê a li Sûriye û operasyona rejîmê ya li ser Îdlîb û Rojhilatê Guta de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Herî dawî di daxuyaniya îro ji aliyê komîsyona Yekîneyên Ewropa ve hatî kirin, ji aliyên şer dikin re banga “’îtîdal” hatibû kirin. Di daxuyaniya ji aliyê Rêveberê Mafê Mirovan a NY Zeyd Raad El Hûseyîn ya roja Şemî hatî kirin de, bal kişandibû ser kuştina sivîlan.

Dîsa di daxuyaniya ji aliyê Rêxistina Tendurusti a Cihanî (WHO) ve hatî kirin de, hat diyarkirin, ji ber sedema şer alikariyên tibî nehatine şandin.