Nasnameya 3 şehîdên Hêzên Asayîşê hate eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê nasnameya 3 endamên xwe ragihand ên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 3 endamên xwe ragihand yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbûn.

Daxuyanî wiha ye;

“Di 11’ê Sibatê de 3 endamên me li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de bi qehremantî şer kirin û li eniya Mabata ya Efrînê şehîd bûn. 

Nasnameyên şehîdan wiha ye;  Arif Elîko(41), Hisên Ebdo (40) û Miherim Xelîl (39).”

Di dawiya daxuyaniyê de Hêzên Asayişê sersaxî ji malbatênşehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.