ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Efrînê li pey hev teqîn çêbûn
Li Efrînê li pey hev teqîn çêbûn, hate gotin kuştî û birîndar hene. -
'Berxwendana li dijî dewleta Tirk a dagirker wê mezin bibe'
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku berxwedana li dijî hovîtiya dewleta Tirk wê mezin bibe. -
Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê li xaka xwe vegere
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir, ji bo gelê Efrînê li xaka xwe vegere ew ê li ber xwe bidin" û bang li raya giştî ya navneteweyî kir. -
Dagirker êrişî sivîlan dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî wan gundan dikin ku Efrînî ji ber dagirkeriyê ji neçarî koçî wan kirine. -
HRE: Wezîfeya me ya sereke azadiya Efrînê ye
Hêzên Rizgariya Efrînê destnîşan kir, "Dagirkerî, şer û tolhildan sedema me ye. Azadiya Efrînê wezîfeya me ya sereke ye." -
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Li Efrînê guhertina demografiyê didome
Di ser dagirkirina Efrînê re 2 sal derbas bûn. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk ên talan, dizî, êşkence, komkujî, xerac, fîdye û guhertina demografiyê ji roja destpêkirina dagirkeriyê û vir ve didomin. -
YPG'ê şehîd Karker Êriş bi bîr anî
YPG'ê yek ji fermandarên pêşeng ê Berxwedana Serdemê ya Efrînê Karker Êriş bi bîr anî û diyar kir, "Em ê berxwedana xwe ya li dijî dagirkerî û faşîzmê bigihînin asta herî bilind." -
'Efrîn a me ye, em ê dest jê bernedin'
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Efrînê Şîraz Hemo, bi wesîleya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê got, "Efrîn mala me ye" û wê dest jê bernedin. Hemo xwest, dewleta Tirk ji ber sûcên ku kiriye bê darizandin. -
Li Efrînê paqijiya etnîkî: Nifûsa Kurd daket ji sedî 18’an
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê binpêkirinên li Efrînê ya di bin dagirkeriya Tirk de ên nava du salan kire rapor. Li gorî vê paqijiya etnîkî li ser Kurdan hate kirin û li bajar nifûsa Kurdan daket ji sedî 18’an. -
Li Efrînê bi dehan dar hatin birîn
Dewleta Tirk a dagirker li gundên Gazê û Mezin ên Efrînê bi kêmanî 200 dar birîn. -
Meclîsa Kantona Şehbayê: Divê dewleta Tirk bê derxistin
Meclîsa Kantona Şehbayê ragihand ku gelê Efrînê bi berxwedana 58 rojan destaneke nivîsand. Meclîsê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji herêmê bê derxistin. -
PYD: Divê tavilê dewleta Tirk ji Efrînê derbikeve
PYD’ê destnîşan kir ku çareseriya ji krîza Sûriyeyê divê dewleta Tirk ji xakên dagirkirî derbikeve. -
Xalid: Dewleta Tirk ji îradeya jinê ditirse
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Efrînê Wehîde Xalid bal kişand ser berxwedana jinan a li dijî kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û got, "Dagirker ji civakeke ku bi mejiyê jinê perwerde bûye ditirse." -
Zarokên li Waşokanî li benda vegerê ne
Zarokên ku ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker reviyan û xwe li Kampa Waşokanî girtin, li aliyekî alîkariyê didin malbatên xwe ku ji xwe re stargehekê ava bikin, li aliyê din jî xewn û xeyala vegerê dikin. -
Artêşa Tirk êrîşî Til Temir kir: Birîndar hene
Rejîma Tirk û çeteyên wê êrîş bire ser gundên Til Temirê û hate ragihandin ku di êrîşê de birîndar jî hene. -
Cenazeyê şehîdê QSD’ê Mîrza veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Salar Mîrza bi merasîmeke ya tevlîbûna bi dehan kesî li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hate veşartin. -
DAÎŞ'î li benda darizandinê ne
Darizandina çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî mijareke nediyar e. Ev jî dibe ku bibe sedema pirsgirêkên nû. ANF kete hundirê du girtîgehan û bi rêveberiyên girtîgehan û DAÎŞ'iyan re axivî. -
Li Şeddadê wesayita bombebakirî teqiya
Li benda kontrola trafîkê ya li Şeddadê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn. -
Bersiv ji dagirkeran re hate dayin: 5 dagirker mirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên dagirkeriyê de 5 windahî dan. -
Rêveberiya Xweser li dijî Covîd-19’ê maseya krîzê ava kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî pandemiya Covîd-19’ê di bin Komîteya Tendirustiyê de Maseya Krîzê ava kir. -
Gundên Girê Spî û Eyn Îsa hatin bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker bi topan li gundê Girê Spî û Eyn Îsa da. -
Rêxistina Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li ser sînor 447 kes qetil kir
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê 447 koçber ji aliyê leşkerên Tirk hatine qetilkirin. -
Gundê Tewîla yê Til Temirê tê bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Tewîla yê Til Temirê bomberdûman dike. -
Rêveberiya Xweser ji bo 4 rojan betlane ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 4 rojan betlaneya fermî ragihand. -
Bîlançoya çalakiyên HRE’yê: 10 çete hatin kuştin
HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan de, ên di navbera 11 û 14'ê Adarê de 10 çete hatine kuştin û 5 çete û leşkerekî artêşa Tirk jî birîndar bûne.