Li Efrînê paqijiya etnîkî: Nifûsa Kurd daket ji sedî 18’an

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê binpêkirinên li Efrînê ya di bin dagirkeriya Tirk de ên nava du salan kire rapor. Li gorî vê paqijiya etnîkî li ser Kurdan hate kirin û li bajar nifûsa Kurdan daket ji sedî 18’an.

Têkildarî Efrîn a Adara 2018’an hate dagirkirin binpêkirinên nava du salan bi raporekê hate eşkerekirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê li Kampa Serdem a li Kantona Şehbayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî ev binpêkirin bi raya giştî re parve kir.

300 HEZAR KES JI CIH Û WARÊN XWE BÛN

Daxuyanî wiha ye:

"Li gorî serjimariyê, zêdetirî 300 hezar sivîl di 18.03.2018’an de heta niha bi zorê koçber bûn. Her wiha koçberiya bizor heta niha ji ber fişara dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê berdewam e. Da ku malbatên ji Xûta, Dera û Idlibê li herêma Efrînê bi cih bikin û demografiya herêmê biguherin.

Rêjeya şêniyên Kurd li Efrînê niha ji sedî 18’an derbas nake, ev jî mezintirîn kiryara guhartina demografiyê ye ku ji destpêka aloziya Sûriyê ya 2011’an ve pêk tê. Ev jî li gorî erêkirina di navbera dewleta Tirk û hin hêzên herêmî û navdewletî de pêk tên.

Nêzî 400 hezar malbatên ji deverên dîtir bi taybet gundewarên başûrê Idlibê û başûr-rojavayê Helebê li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin. Ji ber ku pirbûna şêniyan kampên bêserûber li tevahî herêmê hatin avakirin.

TİRKÎTIYÊ FERZ DIKIN

Dewleta Tirk a dagirker navên qadên sereke yên li navenda Efrînê mîna Çarxeriya Newroz guherî û kir Selahedîn, her wiha Çarxeriya Wetenî vegerand Çarseriya 18’ê Adarê, Çarxeriya Kawa Hesinkar veguherî Çarxeriya Şaxê Zeytûnê. Her wiha dewleta Tirk navên gundan jî guherî, mîna Qestel Miqdad bû Selcûq Obasî, Kotana bû Zafir Obasî û Kurzêlê bû Cafer Obasî.

Li gel wê jî navên cihên stratejîk û yên Kurdî veguherand navên Osmanî, ala Tirk û wêneyên Erdogan li her dever danîn, perwerdê li dibistanan bi zimanê Tirkiyê û li ser cilên zarokan ala Tirkiyê heye.

Li rex wê jî navê nexweşxaneya Avrîn bi zimanê Tirkî hat nivîsandin. Li tevahî kolanên û navên dikanan zimanê Tirkî hatiye nivîsandin. Cihên dîrokî û goristanên olî yên Êzîdî hatin wêrankirin.

Di çarçoveya guhartina demografî û guhartina nasnameya herêmên ku dewleta Tirk dagirkirin de, li ser şêniyan derxistina nasnameyên Tirkî ferz kir.

6 HEZAR Û 200 SIVÎL HATINE REVANDIN

Li aliyekî din jî zêdetirî 6 hezar û 200 sivîl di 2 salan de hatin revandin û çarenûsa 3 hezar û 400 jî ne diyar e. Her wiha şêniyên Kurd bi hedefa fîdyeyan dûbare tên revandin, şênî vê yekê bi bazirganiya bi qezenc bi nav dikin.

Di derbarê rewşa jinan de, 61 rewşên tecawîzkirinê, 3 rewşên xwekujtin hatin belgekirin, ji bilî wê jî rojane destdirêjî li jinan tê kirin.

553 SIVÎL HATINE QETILKIRIN

Têkildarî rewşên kuştinê, zêdetirî 553 sivîl hatin kuştin, jê jî 498 di encama topbaran û bombebarana dewleta Tirk û komên girêdayî wê hatin kuştin. Her wiha 55 şênî di bin êşkenceyê de hatin kuştin û zêdetirî 680 rewşên birîndariyê hatin belgekirin, ji wan jî di encama bombebarana dewleta Tirk û komên girêdayî wê de 303 zarok û 213 jin birîndar bûn.

ZÊDETIRÎ 200 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN HATIN BIRÎN

Lê 201 rewşên bi mayînan birîndar bûne jî hatin qeydkirin. Her wiha zêdetirî 200 hezar darên zeytûn û hawîrdorê bi hedefa bazirganiyê hatin qutkirin, zêdetirî 10 hezar darên zeytûn û hawîrdorê jî hatin şewitandin. Nêzî 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê ji dema dagirkirin heta niha ve hatin şewitandin. Bi hezaran malên sivîlan bi zorê hatin desteserkirin û vegerandin girtîgeh û baregeh ên girêdayî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker.

Zirarên madî ku çekdarên girêdayî dewleta Tirk pêk anîne, desteserkirina zeyta zeytûnan û rêkirina bi rêya dergeha gundê Hemamê ya li navçeya Cindirêsê ya ji Tirkiyê re ye. Dewleta Tirk ev dergeh di mehên dawîn de ava kir da ku derbaskriina zeyta zeytûn û diziyan hêsan bike û piştî li sûkên cîhanê mîna Ispanyayê hatin firotin.

75 CIHÊN DÎROKÎ HATIN TALANKIRIN

Li gorî Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê piştrast kiriyeû li Efrînê 75 girên dîrokî hene û dewleta Tirk a dagirekr û komên girêdayî wê piranî gir kolandin û şûnwarên wê dizîn.

Li gorî serjimariya Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê zêdetirî 28 cihên dîrokî û depo hatin wêrankirin û zêdetirî 15 goristanên tevahî mezheb û etnîk e hatin wêrankirin, ji bilî wê jî tevahî goristan bi erdê re rast kirin.

Rêya trênêji Mîdan Ekbesê yê navçeya Raco ku di Kefir Cenê û Qitmê ya navçeya Şera re derbas dibe vekir û firot bazirganên Ezazê.

Li dawiyê bang li rêxistinên navdewletî, mafên mirovan di serî de NY’yê, UNICEF û UNESCO’yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin û fişarê li hikumeta Tirkiyê bikin ku binpêkirinên xwe li dijî tevahî şêniyên Sûriyê bi taybet Efrînê rawestîne û fişarê bikin ku tevahî hêzên xwe ji xaka Sûriyê vekişîne û bihêlin koçber vegerin warên xwe. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û dezgehên çapemeniyê dikin ku derbasî Efrînê bibin û binpêkirinê dewleta Tirk a dagirek û komên girêdayî wan belge bikin.”