Rêveberiya Xweser ji bo 4 rojan betlane ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 4 rojan betlaneya fermî ragihand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di çarçoveya tevdîrên vîrûsa Korona de civîn, xwepêşandan û meş hatine betalkirin, ji bilî saziyên mecbûrî bixebitin, li saziyên rêveberiyê hemûyan betlane hate ragihandin.

'JI BO PÊŞÎ LI BELAVBÛNÊ BÊ GIRTIN'

Di biryarnameya Rêveberiya Xweser de ya bi hejmara 28'an wiha hate gotin:

"Ji bo pêşî li belavbûna vîrûsa Korona bê girtin ku veguheriye şewbeke global, ji bo Komîteya Tenduristiyê li saziyan, daîreyan û avahiyên giştî karê dezenfektasyonê bikin, biryara betlaneyê hatiye wergirtin.

Di vê çarçoveyê de ji bilî saziyên ku mecbûr in bixebitin, saziyên fermî yên ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 16'ê Adara 2020'an heta 19'ê Adara 2020'an ketine betlaneyê."