DAÎŞ'î li benda darizandinê ne

Darizandina çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî mijareke nediyar e. Ev jî dibe ku bibe sedema pirsgirêkên nû. ANF kete hundirê du girtîgehan û bi rêveberiyên girtîgehan û DAÎŞ'iyan re axivî.

Bi hezaran DAÎŞ'iyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne li benda darizandinê ne. Ji ber ku çete heta niha nehatine darizandin hin pirsgirêkên cuda rû dan. Kêmaniya derfetên Rêveberiya Xweser, her wiha kêmaniya kapasîteya girtîgehan bûn sedema serhildanê.

Bi navê ANF'ê me du girtîgehên herî qelebalix ên DAÎŞ'î lê ne ziyaret kir, şert û mercên girtîgehê û pirsgirêkên heyî şopand. Girtîgeh hemû bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve girêdayî ne. Ewlekariya girtîgehan jî ji aliyê Asayîşê û QSD'ê ve tê kirin. Ev hejmar jî derdora hezar kesî ye. Me ji rêveberiya girtîgehê agahî wergirt û bi hin DAÎŞ'iyên girtî re hevdîtin kir.

GIRTÎGEHA NAVENDÎ YA HESEKÊ

Girtîgeha destpêkê ku me serdana wê kir Girtîgeha Navendî ya Hesekê ye. Piştî ku pirsgirêka DAÎŞ'iyên girtî giran bû, ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hate avakirin. Ewlekariya wê ji aliyê Asayîşê ve tê kirin. Li Girtîgeha Navendî ya Hesekê nêzî 4 hezar girtî hene. Beşek ji van endamên OSO û Cephet El Nûsra ne, lê bi giranî DAÎŞ'î ne. DAÎŞ'î jî bi giranî ji Iraq û Sûriyeyê ne.

Beşek ji wan di sala 2014'an de ji aliyê 'Parastina Gel' ve hatin darizandin û ceza li wan hate birîn. Bi giranî li koxûşên 50 kesî dimînin. Girtiyên ku em bi wan re axivîn piraniya wan gotin ku ew ji sîstemê û mercên girtîgehê razî ne û nêzîkatiya li wan tê kirin însanî ye. Dikarin bi malbatên xwe re biaxivin. Her roj sê girtî û sê aşpêşên ji bo girtîgehê dixebitin xwarinê amade dikin, di bin kontrola wezîfedarên ewlekariyê de li koxûşan tên belavkirin.

LI SÛCÊN XWE MIKUR NAYÊN

Ji bilî yên ku sûcên wan ispat bûne û hikum xwarine, hema hemû îdîa dikin ku ti sûc nekirine, tenê li qadên dagirkirî yên DAÎŞ'ê diman. Ji ber vê yekê jî ji bo berhevkirina delîlên li ser sûcên wan karekî hesas tê kirin.

Yek ji endamên DAÎŞ'ê yên ku li sûcên xwe mikur nayên Ahmed Talîb Mansûr û bavê wî Mansûr El Hûwedy El Şammarî ne yên Iraqî ne. Ahmed Talîp Mansûr tevî bavê xwe li heman koxûşê ye. Rayedar dibêjin Ahmed Talîp Mansûr yek ji kujerên DAÎŞ'ê ye. Ahmed Talîp Mansûr jî vê red dike. Îdîa dike ku di nava DAÎŞ'ê de karê peydakirin û belavkirina erzaqê dikir. Sûcên ku Ahmed Talîp Mansûr kiriye hatine ispatkirin. Dîmenê hin înfazên wî hatine dîtin. Piştî delîlên eşkere bûn Ahmed Talîp Mansûr qebûl kir ku tenê kesek înfaz kiriye. Parastina Gel (Dadgeha dijî terorê ya Rêveberiya Xweser) ji ber sûcê 'li dijî mirovahiyê' cezayê muebbetê lê biriye.

HÎN JÎ HOVÎTIYÊ DIPARÊZIN

Hinek ji girtiyan dibêjin ku ew poşman in tevlî DAÎŞ'ê bûne, lê piraniya wan dibêjin ku ew bi îdeolojiya DAÎŞ'ê ve girgêdayî ne û ev îdeolojî wê wan rizgar bike. Girtî Hadîr Şaît El Osman ku li koxûşa wî em pê re axivîn, ji Iraqê ye. El Osman anî ziman ku ew di sala 2015'an de tevlî DAÎŞ'ê bû û şervanekî aktîf bû. Ji şert û mercên girtîgehê razî ye. Diyar dike ku li Iraqê li girtîgehan zextên giran dikare kirin û dibêje, "Eger ez ê radestî Iraqê bêm kirin, beriya wê ez ê xwe bikujim."

Em jê dipirsin ku poşman e ji ber tevlî rêxistineke hov a DAÎŞ'ê bûye yan na. Bersiva xwe ya destpêkê dibêje, "Me hovîtî nekir." Dema ku me bi bîr xist ku belgeyên der barê sûcên wan de heye û komkujiya li Şengalê bi bîr xist, hingî got, "Şerîat ji bo kafiran vê dixwaze."

Girtiyekî din ê ku me li hewşê ew dît Eşref Ahmed Vahad ji Dêra Zorê ye. Di sala 2013'an de destpêkê tevlî OSO bûye. Di şerê navbera OSO û DAÎŞ'ê de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate girtin û 8 mehan piştî ku li zindanê ma tevlî DAÎŞ'ê bû. Ahmed Vahad di slaa 2017'an de teslîmî QSD'ê bû. Ahmed Vahad got, "Ez gelekî poşman bûm ku tevlî DAÎŞ'ê bûm. Dema ku min bihîst QSD bi rengekî li dijî mirovahiyê nêzî girtiyên DAÎŞ'î dibe ez teslîm bûm. Dixwazim cezayê xwe bikişînim û careke din bibim mirovekî ji rêzê. Nêzîkatiya li girtîgehê însanî ye. Ti zextê li me nakin."

METIRSIYÊN MEZIN HENE

Em diçin girtîgeheke din a li Hesekê ku bi giranî DAÎŞ'iyên ji Baxozê lê tên hiştin. Piştî ku hejmara çeteyan zêde bû beşek ji zanîngeha li Hesekê hate girtin û ew veguherandin girtîgehê. Ev girtîgeh girtîgeha herî qelebalix a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di ser kapasîteya xwe re girtî lê ne. Li vir 5 hezar DAÎŞ'î hene.

Xwarin, vexwarin û kinc hemû pêwîstiyên girtiyan ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tên peydakirin. Ewlekariya wê jî ji aliyê QSD'ê ve tê kirin. Avahiya ku girtî lê ne gelekî kevn e, zêde ewle xuya nake. Li hin koxûşan 100, li hinekan jî 150 kes hene. Revîra ku girtiyên nexweş tên rakirin gelekî qelebalix e. Zêdeyî kapasîteya xwe ye, lewma pirsgirêkên ewlekariyê û tenduristiyê rû didin.

Eger kapasîteya girtîgehê neyê zêdekirin ya jî girtî sewqî devereke din neyên kirin dibe ku serhildan, fîrar û gelek rîskên bi vî rengî rû bidin. Her wiha dibe ku nexweşiyên şewbê zû belav bibin û bibe sedema mirina. Beriya niha li koxûşan û revîreyê hewldan serî hildin. Her wiha êriş li dijî wezîfedarên girtîgehê û rojnamevanan hate kirin. Ji ber vê yekê wezîfedar dibêjin ku ew nikarin ewlekariya me bikin, lewma destûrê nadin ku em biçin koxûşan û revîreyê.

Ji piştî deriyên hesinî em dîmenan dikişînin. Ji bo hevdîtina bi girtiyan re jî rêveberiya girtîgehê me dibin odeyeke cuda.

DAÎŞ'IYÊN KU HETA KÊLIYA DAWÎ MAN

Piraniya kesên ku em hevdîtinê bi wan re dikin qebûl nakin ku DAÎŞ'î ne. Dibêjin ku wan 'hîcret' li xaka di destê DAÎŞ'ê de bû kirin. Rayedar û wezîfedarên QSD'ê jî dibêjin ku ew DAÎŞ'î ne ku heta kêliya dawî li Baxozê li dijî wan şer kirin. Piraniya kesên ku em wan dibînin dibêjin ku ew nêrîna DAÎŞ'ê dipejirînin, lê tenê ji serçeteyan gazinan dikin. Dibêjin ku gelek serçeteyan ew di bin bombardûmanê de hiştin û revjiyan Tirkiye û Ewropayê.

Li vir em çeteyekî DAÎŞ'ê yê bi navê Ridvan Genç dibînin ku ji bajarê Afyon ê Tirkiyeyê ye. Îdîa dike ku li Enqereyê di nava cemaetekê de bû, ji bo zarokên wî hînî Erebî bibe çûye herêmên di destê DAÎŞ'ê de bûn. Genç îdîa dike ku wî tenê karê teknîsyeniya wesayitan kiriye. Dema ku em jê re dibêjin, DAÎŞ'ê li dijî mirovahiyê, li dijî jinan sûcê hovane kiriye, ew dibêje, "Eger di ol de hebe wê bê kirin. Ol beriya wijdan e."

ÇIMA XWEDÎ LÊ DERNAKEVIN?

Abdullah Noman ê welatiyê Belçîkî ku bi eslê xwe Fasî ye, yek ji çend DAÎŞ'iyan e ku sûcê xwe qebûl kiriye. Dema ku dîmenên wî eşkere bûn yên ku gef li Belçîkayê dixwar hingî got, "Min wê demê narkotîk bi kar dianî, aqlê min ne li serê min bû." Noman Abdullah got, "Haya îstîxbarata Tirk bi eleqeya min a ji bo cemaetên wiha hebû. Tevî ku navê min bi îstîxbaratê re hebû ez nesekinandin." Noman Abdullah diyar kir, "Çûm Elmanyayê. Ji wir bi balafirê hatim Tirkiyeyê. Ji Dîlokê em ji sînor derbas bûn. Dema ku em ji sînor derbas dibûn li her du aliyên me leşker hebûn, lê dest wernedan."

Abdullah di serî de Belçîka bang li tevahiya cîhanê kir ku wan darizîne û got, "Ji bo me teşwîq bikin ku tevlî bibin pêşî li me vekirin. Niha jî xwedî li me dernakevin. Me sûc kir, cezayê me çi be em ê bikişînin."

CIWAN HÎN BÊHTIR RADÎKAL DIBIN

Fatîh Çîftçî yê 55 salî ji Bagcilar a Stenbolê tevlî DAÎŞ'ê bûye. Fatîh Çîftçî anî ziman ku li Bagcilarê ew bi cemaetekê re tevdigeriya û tevî malbata xwe 'hîcret' kiriye. Çîftçî diyar kir ku bêyî pirsgirêk ew ji sînor derbas bû û ragihand, ji ber ku ji nêzîkatiya QSD'ê bawer dikir ew teslîm bû. Fatîh Çîftçî dibêje, "Li vir pirsgirêka êşkence, xwarinê nîne. Nêzîkatiyeke însanî heye. Cihê me lê dimînin gelekî qelebalix e. Pirsgirêka cih û derman heye. Pirsgirêka me ya herî mezin jî ew e ku em nizanin wê çi bi me bê. Haya me ji cîhanê nîne. Ev rewş bandorê li her kesî dike. Her kes mîna min extiyar nîne. Di nava me de ciwan hene, ew bi jiyana komî nizanin. Nizanin guhdarî bikin. Beriya demekê li koxûşa me serî hildan. Divê em bên darizandin. Kî sûcdar e cezayê kê çi ye bila êdî bidin û ji hev cuda bikin. Em li vê xakê man, eger sûcek hatibe kirin li vê xakê hatiye kirin. Ji ber vê yekê em sûcdar bin an jî nesûcdar bin, divê li vir bên darizandin."

JI HÊZA RÊVEBERIYA XWESER MEZINTIR E

Rêveberiya girtîgehê jî destnîşan dikin ku girtî jî dixwazin tavilê bên darizandin. Rêveberiya girtîgehê destnîşan dike ku ji ber vê rewşa nediyar girtî bêhtir radîkal dibin.

Rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî di vê mijarê de hemfikir in. Dibêjin ku darizandina DAÎŞ'iyan ên li dijî mirovahiyê sûc kirine, berpirsyariya mirovahiyê ye. Rayedar diyar dikin ku ji bo peydakirina derfetên rojane yên jiyanê û ewlekariyê, derfetên wan ên têrker nîne û eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê çete hîn bêhtir radîkal bibin û metirsiya DAÎŞ'ê derkeve holê.