Xalid: Dewleta Tirk ji îradeya jinê ditirse

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Efrînê Wehîde Xalid bal kişand ser berxwedana jinan a li dijî kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û got, "Dagirker ji civakeke ku bi mejiyê jinê perwerde bûye ditirse."

Endama Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîde Xalid ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist, ku gelê Efrînê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wan bi rengekî mezin li ber xwe dide û jin pêşengiyê ji vê berxwedanê re dikin.

Xalid destnîşan kir ku jinên Efrînê rêxistinbûna xwe li herêma Şehbayê jî di nava şert û mercên penaberiyê de bi xurtî dimeşînin.

Xalid bal kişand ser êriş û pêkanînên şerê taybet ên dewleta Tirk ku bi vî rengî hewl dide îradeya gel têk bibe û projeya neteweya demokratîk a gelan tine bike.

Xalid got, "Ji bo projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo ji bo gelan destnîşan kiriye pêk neyê, ji bo gel cihê xwe di vê projeyê de negirin û bi taybetî jin negihêjin hişmendiya azad bi her rengî polîtîkayê dimeşînin û êrişan dikin. Tişta ku hêzên dagirker herî zêde jê ditirsin gelekî ku xwe bi zîhniyeta jinê perwerde û bi rêxistin kiriye. Ji ber vê yekê êrişên xwe ne tenê li Şehbayê, her wiha li dijî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin."

Xalid got, her ku ew êrişên xwe zêde dikin, berxwedana gel jî mezin dibe û got, "Her roj bombeyan li gundan dibarînin. Herî dawî li Til Rifaq û Aqîbeyê komkujî kirin. Êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dewam dikin. Bi vî rengî ji wan heye ku îradeya gel bişikînin. Lê belê berxwedan roj bi roj mezin dibe û her ku êrişên wan zêde bibe wê berxwedan mezin bibe. Gel 24 saetan li kolanan, meşê ye, pêşengiya vê berxwedanê jî jin dikin. Herî dawî xwestin ku di şexsê Hevrîn Xelef de îradeya jinê têk bibin. Ji ber ku ji mejî û îradeya jinê ditirsin. Lewma Hevrîn Xelef kirin hedef. Li her derê êrişên li dijî jinan dewam dikin, jinan dikujin, direvînin, destavêtinê li wan dikin û bi bedena jinên qetilkirî dilîzin. Li qadên dagirkirî êrişên li dijî jinan dewam dikin. Dewlet Tirk û çeteyên wan li kantona Efrînê di nava du salan de li dijî jinan gelek kiryarên giran kirin. Li gorî daneyên li ber destê me 1000 jin hatin revandin, 100 jin hatin qetilkirin, dest avêtin 60 jinan û 5 jinan jî xwe kuştin. Yên mayî jî kiryarên cuda li dijî wan kirin. Bêguman ev tenê yên li Efrînê hatine kirin. Li Serêkaniyê û deverên din ên dagirkirî kiryarên wiha didomin."

'EM BI FELSEFEYA RÊBER APO GIHÎŞTIN VÊ ASTÊ'

Endama Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîde Xalid herî dawî got, "Jinên ku bi felsefeya Rêber Apo heta niha li ber xwe dan wê berxwedana xwe ji niha û pê ve jî bidomînin. Jin wê di berxwedana xwe de ti carî tawizê nedin. Jinên Ereb, Kurd, Suryan hemûyan bi hev re biryar wergirtin. Wê xwedî li projeya neteweya demokratîk derkevin, di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de li ser paşeroja Sûriyeyê bi hev re biryarê bidin û di vir de xwedî îrade bin."