Gundên Girê Spî û Eyn Îsa hatin bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker bi topan li gundê Girê Spî û Eyn Îsa da.
Dewleta Tirk a dagirker bi topan li gundê Girê Spî û Eyn Îsa da.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin gundê Hoşanê yê 6 kîlometreyan li rojavayê Eyn Îsayê ye, saet di 20.40’an de bi topan hatiye bomberdûmankirin.
Hate diyarkirin ku malên sivîlan û bendên dewleta Sûriyeyê bûne hedef.
Saet di 18.20’an de jî hêzên dagirker bi topan li gundê Kor Hesen û Silîp ê Girê Spî da.
Derbarê her du êrîşan jî agahiyên zêdetir nehatin wergirtin.