Artêşa Tirk êrîşî Til Temir kir: Birîndar hene

Rejîma Tirk û çeteyên wê êrîş bire ser gundên Til Temirê û hate ragihandin ku di êrîşê de birîndar jî hene.

Li gorî agahiyên hatin girtin rejîma Tirk û çeteyên wê di saetên şevê de êrîşî gundê Um El Kêf kiriye. Hate ragihandin ku êrîş bi topan pêk hatiye.

Çavkaniyên xwe cihî ragihand ku di êrîşa rejîma Tirk de yek jê sivîl bi kêmanî 2 kes birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneya li Til Temir. Çavkaniyeke din jî ragihand ku yek jê leşkerê rejîmê û sivîlek din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk li gorî saeta herêmî saet 17:00’an bi topan êrîşî gundê Qizelî ya Girê Spî kirin.