Bîlançoya çalakiyên HRE’yê: 10 çete hatin kuştin

HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan de, ên di navbera 11 û 14'ê Adarê de 10 çete hatine kuştin û 5 çete û leşkerekî artêşa Tirk jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya çalakiyên xwe yên di navbera 11 û 14’ê Adarê de aşkera kir. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyên wan de 10 çete hatine kuştin, 5 çete û leşkerekî artêşa Tirk a dagirker jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Di navbera rojên 11 û 14’ê Adarê de ji aliyê hêzên me ve çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

Roja 11'ê Adarê;

Hêzên me li gundê Daxlibaş yê bi ser herêma Babê de çalakiyek sabotajê li dijî çeteyên dagirker li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin 1çete jî birîndar bû.

Roja 12'ê Adarê;

Hêzên me li gundê Beradê ya bi ser navçeya Şêrawa li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin herwiha 2 çekên AK-47 û rextên wan, 1 telefon û 1 bêtêl hatin desteserkirin. Ev çalakî ji bo tolhildana şehîd Zinar Amed hat li dar xistin.

Roja 13'ê Adarê;

Hêzên me li nêzî gundê Meryemîn yê bi ser navçeya Şera de çalakiyek serdagirtinê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete û 1 leşkerê Tirk jî birîndar bûn. 4 çeper û 1 seyareya doçka barkirî hatin rûxandin, herwiha 2 çekên A-4, 1 çeka BKC, 1 çeka AK-47 û rextên wê, 1 dûrbîna şev, 1 dûrbîna roj û 1 bêtêl hatin desteserkirin. Ev çalakî ji bo tolhildana şehîd Zinar Amed hat li dar xistin.

Di heman rojê de hêzên me di navbera gundên Beradê û Kefer Nebo yê bi ser navçeya Şêrawa de çalakiyek sabotajê li dijî seyareyek çeteyên dagirker li dar xistin. Di encamê de seyare hat derbkirin, 1 çete hat kuştin û 2 çete birîndar bûn.

Roja 14’ê Adarê;

Hêzên me li çerxerêya Kawa ya li navenda bajarê Efrînê çalakiyek sabotajê li dijî çeteyên dagirker li dar xistin. Di encamê de bi qasî ku hat zelalkirin 1 çete hat kuştin 1 çete jî birîndar bû.

Giştî di çalakiyên 4 rojan de 10 çete hatin kuştin, 5 çete û leşkerekî Tirk jî birîndar bû.

Her wiha artêşa dagirker gund û navçeyên girêdayî Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dikin û li herêmê tevgera balafirên bêmirov berdewam dike.”