'Efrîn a me ye, em ê dest jê bernedin'

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Efrînê Şîraz Hemo, bi wesîleya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê got, "Efrîn mala me ye" û wê dest jê bernedin. Hemo xwest, dewleta Tirk ji ber sûcên ku kiriye bê darizandin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete beriya du salan Efrîn dagir kir. Bajar di Adara 2018'an de hate dagirkirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ji ber paqijiya etnîkî nifûsa Kurdan a li bajêr daket 18 ji sedî. Dagirkeran 300 hezar mirov bi zorê ji cih û warê wan kirin. Li gorî rapora rêxistinê 553 sivîl hatin qetilkirin ku 55 ji wan bi êşkenceyê hatin kuştin. 6 hezar û 200 sivîl hatin revandin û agahî ji 3 hezar û 400 ji wan nayê girtin. Her wiha destdirêjî li 61 jinan hate kirin. Zilma dewleta Tirk a dagirker ne tenê ev bû. Bi rengekî rêk û pêk êrişî xweza, dîrok û qadên pîroz kir. Di raporê de hate ragihandin, zêdeyî 200 hezar darên zeytûnê hatin birîn, 11 hezar hektar qada çandiniyê şewitand, 75 şûnwarên dîrokî talan kir.

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Efrînê Şîraz Hemo bi bîr xist ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di salvegera duyemîn de jî didome.

HEBÛNA DEWLETA TIRK LI SER DAGIRKERIYÊ YE

Hemo bi bîr xist ku dewleta Tirk ji destpêkê ve dest dirêjî Sûriyeyê dike û got, "Dewleta Tirk dixwaze hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn bi dagirkeriyê bidomîne. Ne tenê li Sûriyeyê heman siyasetê dixwaze li welatên din ên Ereb jî bimeşîne. Lîbya û welatên din ên Ereb mînaka vê yekê ne. Lê belê ji ber ku li Sûriyeyê Kurd hene û projeya neteweya demokratîk xistin meriyetê, ji bo tasfiyekirina vê yekê destpêkê berê xwe da Sûriyeyê."

Hemo anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişa xwe ya li ser Sûriyeyê bû sedema felaketeke mezin a mirovahiyê û destnîşan kir, ji ber vê yekê bi sed hezaran mirovî koç kirin û li şûna wan jî mirovên cuda hatin bicihkirin, bi vî rengî demografî hate guhertin.

Şîraz Hemo bi bîr xist ku bi Mutabaqata Astanayê dewleta Tirk bi tifaqa bi Îran û Rûsyayê Efrîn dagir kir û got, "Gelê Efrînê bi ciwan, extiyar, jin û zarokên xwe biryar da ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide. Berxwedana Keleha Dimdimê ji xwe re kir mînak. 58 rojan li dijî sîstema çekên pêşketî yên NATO'yê li ber xwe da. Lê belê herî dawî gelê Efrînê neçar hate hiştin ku koç bike."

Hemo ragihand, ku Efrîniyên ji ber komkujiyan neçar man koçî Şehbayê bikin, li vir jî bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker û got, "Tevî vê yekê jî gelê Efrînê destnîşan kir ku wê dest ji jiyana xwe ya azad bernedin, wê rojekê li warê xwe, li xaka xwe vegere û xwedî lê derketin."

EFRÎN A GELÊ EFRÎNÊ YE

Hemo got, "Biryara gelê Efrînê ev e. Ji ber ku Efrîn a me ye" û wiha dewam kir: "Gelê Efrînê sîstema xwe ya li Efrînê, meclîs û komunên xwe li Şehbayê jî ava kir. Bi çalakiyên xwe, bi karên xwe yên dîplomatîk me pêkanînên dewleta Tirk ên li nava Efrînê, guhertina demografiyê, ji cîhanê re ragihandin. Gelek kar hat kirin. Herî dawî li Brukselê di konferansê de siyaseta qirêj a dewleta Tirk hate eşkerekirin. Dewleta Tirk hewl dide mirovên ji herêmên cuda li deverên dagirkirî bi cih bike û bi vî rengî bibe xwedî van herêman. Dewleta Tirk serkêşiyê ji komên çete re dike. Ji ber vê yekê divê li dadgeha navneteweyî bê darizandin."

Şîraz Hemo destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk hîn jî dewam dikin û got, "Kuştina zarokan li Til Rifatê, kuştina malbatekê li Aqîbe, komkujiya li gundê Kûlete, sûcên şer ên dewleta Tirk in. Kiryarên dewleta Tirk sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em jî weke rêveberiya xweser û gelê Efrînê ji raya giştî ya navneteweyî re dibêjin, Efrîn a gelê Efrînê ye."

Di dawiya axaftina xwe de Hemo got, "Em soz didin gelê xwe ku em ê dengê gelê Efrînê bigihînin tevahiya dinayYê û ji bo vê têbikoşin."