Rêveberiya Xweser li dijî Covîd-19’ê maseya krîzê ava kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî pandemiya Covîd-19’ê di bin Komîteya Tendirustiyê de Maseya Krîzê ava kir.

Maseya Krîzê ya li dijî vîrûsa korona a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hola kongreyên çapemeniyê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.

Hevseroka Desteya Hundirîn Hêvîn Mistefa, Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Jozêf Lehdo, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistafe tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de bijîşk Ciwan Mistefa carek din teqez kir ku heta niha tu nexweşên vîrûsa Korona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çênebûye.

Mistefa wiha domand: "Ji bo parastina ji vê vîrûsê û ji bo ku negihêje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahiya deriyên sînor hatin girtin. Ji bilî şêniyên herêmê kesek derbas nabe. Ji bo ku gelê xwe ji vê nexweşiya cîhanî biparêzin."

Mistefa eşkere kir ku Cejna Newrozê hatin betalkirin, nimêjên li cihên olî mîna mizgeft û dêr hatin taloqkirin û got: "Di dirêjahiya 24 saetên bê de piraniya wesayîtên veguhestinê yên hundirîn wê bêne rawestandin.”

Mistefa di berdewama daxuyaniyê de got: "Em nikarin bêjin em dikarin li hember vê vîrûsa ku gelek dewletên xwedî derfetên mezin aciz mane, bisekinin. Lê ger gelê me bi me re alîkar bû, tevdîrên hişyariyê girtin û bi me re hevkar bin, em ê helbet nehêlin ku vîrûsa Korona bigihêje herêmên me yan jî zêde belav bibe.”

Girêdayî girtekên pêwîst ku divê bê girtin ger nexweşî derket, Mistefa ev tişt diyar kir: "Di çend saetên pêşîn de nuqteyên tenduristiyê wê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajar û cihên sereke belav bibin. Divê hemû bi wan re alîkar bin. Ger nîşanên bi guman hebin bi lez berê xwe bidin wan nuqteyan."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa teqez kir ku desteya bi tevahiya kadroyên xwe di dirêjahiya 24 saetan de amade ne û got: "Mixabin, heta niha tu hevkariyek ji hêla Şamê ve bi me re tune ye lê em hewl didin deriyên danûstandinê pê re vebikin. Da ku di vê mijarê de hevkar bin û gelê Sûriyeyê ji vê nexweşiyê biparêzin."

Di dawiya axaftina xwe de Ciwan Mistefa teqez kir ku têkiliyên wan bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî re heye. Ew amade ne alîkariya tenduristî pêşkêş bikin.