Rêxistina Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li ser sînor 447 kes qetil kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê 447 koçber ji aliyê leşkerên Tirk hatine qetilkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê 447 koçber ji aliyê leşkerên Tirk hatine qetilkirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin.
“Li gorî çavkaniyên herêmî û navdewletî, Hûman Rîghts Watch, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û Navenda Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê dema welatiyên Sûriyeyê ji pêkhate û neteweyên cuda koçber dibin û hewl didin derbasî xaka Tirkiyeyê bibin û ji ber şerê li Sûriyeyê ku ev 9 sal e ji ber mirinê direvin.
Her wiha niştecihên gundewar û bajarokên Sûriyeyê yên li ser sînor, cotkar û xwediyên erdan ji aliyê jendirmeyan ve têne gulebarankirin.
Hejmara koçberên ku li ser sînorê Tirkiyeyê ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hatine kuştin; 447 koçber, 83 zarok, 56 jin û her wiha hejmara kesên birîndar 420 ye. Dewleta Tirk li ser sînor dîwarê şermê bi dirêjahiya 911 km ava kir da ku koçber derbas nebin û di encama wê de sivîl tên kuştin û birîndar dibin.
Em Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya Sûriyeyê bang li hemû rêxistinên mafnas û sivîl ên navneteweyî û di serî de rêxistina NY`yê dikin ku zextê li hikûmeta Tirkiyê bikin da ku nehêlin binpêkirinan li dijî koçber û penaberên Sûriyeyê û bikin. Ji ber ku ew yek ji dewletên Meclisa Yekitiya Ewropayê ye û dive ew hemû zagon û rêxistinên navdewletî ku banga rêzdariya pîvanên mafên mirovan û hemû lihevkirinên navdewletî pêk bîne.”