Bersiv ji dagirkeran re hate dayin: 5 dagirker mirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên dagirkeriyê de 5 windahî dan.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên dagirkeriyê de 5 windahî dan.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş birin ser gundê Belûna yê Girê Spî ku li ser rêya bejahî ya M4 e. Şervanên QSD'ê û YPJ'ê bersiva dagirkeran dan. Di şer de tevî serçeteyê bi navê Elaî Îdlîbî 5 çete hatin kuştin.
Gundên Hoşan, Qîzalî, Korhesen û Silîp ên Eyn Îsayê ku li ser rêya navneteweyî ya M4 in ji aliyê dagirkeran ve doh êvarê bênavber hatin bombekirin.