Cenazeyê şehîdê QSD’ê Mîrza veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Salar Mîrza bi merasîmeke ya tevlîbûna bi dehan kesî li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hate veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîdê QSD‘ê Salar Mîrza (Salar Erdal) ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve bi rê ket.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevserokê Meclîsa Malbatan Şehîdan Mihemed Xetîb axivî û got: "Bi saya fedekariyên şehîdan mîna şehîd Salar me ev destkeftî bidest xistin."

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Umran Orkêş jî got: "Şehîd Salar ji destpêka aloziyê ve cihê xwe di eniyan de girt. Tevlî hemû pêngavên QSD’ê yên rizgarkirina tevahiya axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû."

Orkêş soz şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên ku ji bo wan şehîd ketine da.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Armanc Hesen nasnameya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Malbatê jî mafê axaftinê girt û soza şopandina rêya şehîdan da.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.