Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê li xaka xwe vegere

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir, ji bo gelê Efrînê li xaka xwe vegere ew ê li ber xwe bidin" û bang li raya giştî ya navneteweyî kir.

Bi rasthatina salvegera duyemîn a dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji kantona Efrînê re Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxûyaniyê de hat gotin ku, dewleta Tirk a ku Efrîn dagirkiriye li pêşeroja Sûriyê xeteriyekî mezin çêdike. Rêveberiyê got ku, ev dagirkerî hewl dide Sûriyê parçe bike û dixwaze yekitiya gelan asteng bike.

Daxuyanî wiha ye:

"Beriya 2 salan dewleta Tirk û komên çeteyên wê êrişî Efrînê kir, beramberî vê yekê civaka navneteweyî bêdeng ma û wê demê bi Rûsyayê re li hev kiribû. Dewleta Tirk bi hemû cureyên çekan êriş kir û projeya demokratîk a gelan, bi taybet gelên Efrînê kir armanc, ji ber gelê Efrînê beramberî gelên herêmên derdorê bi aramî dijiya.

Gelê Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî nivîsand, tevî ku dewleta Tirk heta bi çekên di nava civaka navneteweyî de qedexe ye û balafirên şer bi kar anîn, lê dîsa jî şêniyên herêmê 58 rojan li ber xwe da û berdêl dan.

Di encama êrişên li dijî kantona Efrînê de binsaziya herêmê, nexweşxane, dibistan, şûnwar û saziyên sivîl hatin wêrankirin, ev jî têrê dike ku dewleta Tirk hişmendî û kirinên hovîtiya xwe dide der, li gel vê yekê bi sedan şehîd û birîndar bûn, ji wan zarok û kal û pîr.

Heta niha gel li ber xwe dide û êrişên dewleta Tirk vîn û israra gel lawaz nekir, çi di qonaxa duyemîn a berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê de û çi jî bi berxwedana gel a li kampa Şehbayê be.

Di pêvajoya 2 salan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû cureyên binpêkirinan dan meşandin, çi siyaseta guhartina demografiyê, koçberkirina gelên herêmê û bicihkirina biyaniyan, heta bi exlaqên dermirovî û qanûnî pêk anî. Dewleta Tirk gel revand, gefan li sivîlên li Efrînê dixwe, li gel vê yekê azara ku gelên Efrînê li hundir û derveyî herêmê û li herêmê Şehbayê jî dikişînin. Lewma di vê çarçoveyê de divê civaka navneteweyî xwe berpirs bibîne.

Dagirkirina artêşa Tirk a dagirker ji Efrînê û hermên Sûriyê re xeteriyê li ser pêşerojê Sûriyê û gelên Sûriyê çêdike, her wiha Sûriyê parçe dike û yekitiya gelan dike armanc. Ev a ku domdar em hişyariyê wê dikin û divê hemû hêz li dijî vê projeya wêranker bisekinin.

Em jî wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedan gelên Efrînê û berxwedana gelên me li Şehbayê bi bîr tînin, her wiha bejna xwe beramberî şehîdên canê xwe di oxira parastina projeya demokratîk û yekitiya gelan feda kirine, ditewînin, dubare qehremaniya YPG, YPJ`ê ku heta niha li Efrînê didome silav dikin.

Efrîn nîşana aramî û cihê hembêzkirina bi hezaran koçberên ji Sûriyê bû ku îro artêşa Tirk û çeteyên wê exlaqên dermirovî li dijî wê pêk tînin.

Em jî wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekane rêya me parastina Efrînê û berxwedan e, em ê gelên xwe vegerînin warên wan û bang li raya giştî dikin ku helwestekê nîşan bidin û beramberî azara gelên Efrînê xwe berpirs bibîne.

Li milekî din pêdivî heye ku NY`ê komîteyeke şopandina rastiyan ava bike, da ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê û tevahiya herêmên Sûriyê yên ku dagirkiye eşkere bike û hesab bixwaze.

Her wiha divê civaka navneteweyî û hikumeta Sûriyê çareseriya Sûriyê bidin ber çavên xwe û dewleta Tirk ji herêmên Sûriyê yên ku dagkirkiriye derxînin, li ser vî esasî dê ber bi çareseriya Sûriyê ve biçin. An na, ji ber hebûna dewleta Tirk û gefên dixwe, dê qet li Sûriyê û herêmê aramî mîsoger nebe.

Bijî şehîdên Efrînê û hemû şehîdên azadiyê, bijî qehremaniya birîndaran û silav ji gelên berxwedêr ên li Şehbayê re."