Zarokên li Waşokanî li benda vegerê ne

Zarokên ku ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker reviyan û xwe li Kampa Waşokanî girtin, li aliyekî alîkariyê didin malbatên xwe ku ji xwe re stargehekê ava bikin, li aliyê din jî xewn û xeyala vegerê dikin.

Bi sed hezaran koçberên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man ji Serêkaniyê û Til Temirê koç bikin li bajarên derdorê û Kampa Waşokanî ya li bakurê Hesekê di nava zor û zehmetiyan de dijîn.

Li binê 1.460 konên li kampa Waşokanî 8.635 kes dimînin. 3.520 ji wan zarok in.

Zarokên ku li welatê xwe bûne koçber, ji aliyekî ve alîkariyê didin dê û bavê xwe ku qadeke jiyanê ji wan re ava bikin, li aliyê din jî hewl didin travmaya hovîtiya ku dîtin ji ser xwe biavêjin.

Zarok bi hêviya ku vegere bajarê xwe û li taxa xwe bi hevalên xwe re bilîzin dibêjin, yên ku warê wan dagir kirine divê tavilê bên derxistin.

'MIN BÊRIYA LÎSTIKA BI HEVALÊN XWE RE KIRIYE'

Can Hiseyin ê 9 salî ku tevî malbata xwe ji Serêkaniyê koçber bûye û li kampa Waşokanî ye, dibêje ku ew dixwaze vegere; "Min bêriya lîstika bi hevalên xwe re kiriye. Dixwazim biçim dibistanê. Eger çete derkevin em ê vegerin mala xwe."

BÊRÎTAN Û CEMÎL

Ji mexdûrên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk Bêrîtan û Cemîl Fahrettîn xwişk û birayê hev in. Bêrîtan dema ku navê Serêkaniyê dibihîze hestewar dibe û vedigire. Cemîl jî hîn di bin bandora wê rewşa xerab de ye ku bi serê wan hat. Her du xwişk û bira li ber konê ku lê dimînin dilîzin.

Cemîl xwe nêzî kamerayê dike û dibêje, "Ez naxwazim li kampê bimînim, mala xwe dixwazim. Çi dibe bila bibe em ê vegerin Serêkaniyê."

Bêrîtan jî dema çav li kamerayê dikeve nikare biaxive û tenê dikene. Lê hîn jî şoqa bûyerên ku bi serê wan ve hatî li ser rûyê wê ye.

'BILA JI MALA ME DERKEVIN, EW DER MALA ME YE'

Li nava kampê dema ku em dimeşin em li Mey rast tên ku li pêşiya kon rûniştiye û xwe nêz dikin. Mey Ehmed Kiner 8 salî ye û mîna zarokên din ji ber hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wan li kampa Waşokanî bi cih bûye.

Mey dibêje, "Bila ji mala me derkevin, ew der mala me ye. Eşyayên me li wir man. Em niha li binê kon in. Em ê kengî vegerin mala xwe."

'GUNDÊ XWE DIXWAZIM'

Ehmed Faris ê 6 salî tevî malbata xwe li kampa Waşokanî dimîne. Li benda vegera li mala xwe ye û dibêje, "Ev der warê me nîne. Gundê xwe dixwazim."