Hevserokê Koma Çep a PE’yê serdana Reqa û Kobanê kir
Hevserokê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê (PE) Martîn Schirdewan ku di çarçoveya serdanên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çû Reqa û Kobanê.
Hevserokê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê (PE) Martîn Schirdewan ku di çarçoveya serdanên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çû Reqa û Kobanê.
Alîkarê Midûriyeta Giştî ya Navenda Rosa Luxemburg û Serokê Departmana Navneteweyî Philip Degenhardt, nûnerê saziyên Ewropayê ya DEM Partiyê Fayik Yagizay, asîstana Schirdewan Nora Friese-Wendenburg û asistana Yagizay Sarah Glynn bi Schirdewan re bûn.
Hevdîtina şandeyê ya di nava rojê de ya destpêkê bi Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Huseyîn Osman û alîkarên wî Hamdan Abid û Gabriel Şamun re pêk hat.
Di civînê de muzakereyên bi serokkomarê demkî yê Şamê Ahmed el Şera re, erkdarkirina sûcdarên şer, pêdiviya zagoneke bingehîn a nû ya demkî, êrîş û kiryarên Tirkiyeyê yên li herêmê, têkiliyên Ewropayê yên bi Tirkiyeyê re, hêmana navendîperestî ya adem-i, bandorên Tirkiyeyê ya li pêvajoya aştiyê û rojevên mîna parastina gelên çêkera pirneteweyî yên li Sûriyeyê hatin nirxandin.
Schirdewan bal kişand ser guhertinên ku li Parlamentoya Ewropayê di demek nêz de hatin qebûlkirin û banga Koma Çep a ji bo piştgiriyeke hîn xurttir a li Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çavdêriya li cih û girîngiya nirxandina tevkariyên Koma Çep.
Şande piştre bi nûnerên Komeleya Jinan a Zenubiya re hate ba hev. Jinên ji Reqa û Dêrazorê hatin bal kişandin ser girîngiya têkoşîna ji bo xurtkirina jinên di nava civakek mêrsalar a piştî hakimiyeta 3 salan a DAÎŞ’ê de.
Nûnerên jin bal kişandin ser girîngiya xebata bi hev re ya jinên ji komên etnîk ên cuda. Di hevdîtinê de her wiha rola diyarker a felsefeya Rêber Apo ya di van xebatan de, girîngiya malên jinê û mekanîzmayên navbeynkariya herêmî jî hatin rojevê.
Şandeyê piştre bi nûnerên koçberan ên ji Efrînê hatine re civîn lidar xist. Hate diyarkirin ku malbatên li Reqayê bi demkî dimînin, destpêkê ji Efrînê çûne Şehbayê, piştre di meha Kanûnê de neçar mane birevin Reqa û herêmên din.
Şandeyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a bi piştgiriya çeteyan, kaos, bûyerên tundî û dizîtî, êrîşên li ser koçberan agahî stand. Hate diyarkirin ku piştî DYE’yê alîkariya xwe rawestand, piştgiriya navneteweyî kêm bû û divê demildest alîkariya mirovî were dayîn.
Shirdewan piştî serdana bi malbatan re, axivî û diyar kir ku şert û mercên ku ew bûne şahid, ew pir hestiyar kirine. Anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê ji bo lîderên çeteyan ên Efrînê kontrol dikin bên girtina lîsteya pêkanînê û yekser bandorker nebe jî ji bo ev kes rewatiya xwe ya navneteweyî winda bikin, tevkarî kiriye.
Navnîşana dawiyê ya serdanê li kelha şoreş û berxwedanê Kobanê bû. Piştî ku şandeyê serdana şehîdgeh û herêmên şer kir, bi Hevserokê Kantona Kobanê Ferhan Hacî Îsa û alîkarên wî re hat ba hev. Di civînê de berxwedana sedsalî ya gelê Kurd û rewşa heyî ya li ser perspektîfa şoreşa navneteweyî hate nirxandin. Nîqaş, tevî êrîşên dubare yên Tirkiyeyê û nêzîkatiyên hêzên navneteweyî yên li ser esasê berjewendiyê, bi nirxandinên li ser hêviya ku wê banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi ser bikeve, bi dawî bû.
Tê payîn ku şande di nava rojê de li Hesekê û Qamişloyê gelek hevdîtinan pêk bîne.