Li Rimêlanê civîna 'Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat lidarxistin 

Bi pêşengiya Kongra Starê di çarçoveya kampanyaya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Rimelanê civîn hat lidarxistin.

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan a Girkê Legê yê kantona Cizîrê pêk hat.

Bi dehan jin, endamên Kongra Star û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

Endama Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Star Semîra Yûsif di civînê de axivî û bal kişand ser rola sereke ya Rêber Apo ya di têkoşîna azadiya jinan de û destnîşan kir ku fikrên Rêber Apo ji bo pêşketin û birêxistinbûna jinan di nava civakê de bingehek ava kir.

Semîra Yûsif ev tişt anî ziman: "Rêber Abdullah Ocalan di projeya aştiyê û avakirina civakeke azad, demokratîk de berpirsyariya xwe girtiye ser milê xwe. Lewma îro azadiya wî ya fîzîkî bûye pêdiviyeke lezgîn. Em hemû deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in, erka me hemûyan ew e heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan em têkoşîn û berxwedanê bidomînin.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek der barê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan û neteweya demokratîk hate pêşandan.

Civîn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.