QSD’ê li El-Busayra gelek çeteyên DAÎŞ’ê girtin
Yekîneyên qomando yên QSD’ê li çoltera El-Busayra ya rojhilatê Dêrazorê di encama oporasyona ewlehiyê de gelek çeteyên DAÎŞ’ê girtin.
Yekîneyên qomando yên QSD’ê li çoltera El-Busayra ya rojhilatê Dêrazorê di encama oporasyona ewlehiyê de gelek çeteyên DAÎŞ’ê girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li çoltera El-Busayra ya rojhilatê Dêrazorê di encama oporasyona ewlehiyê de gelek çeteyên DAÎŞ’ê girtin.
QSD’ê diyar kir ku operasyon ji aliyê hêzên wan ên qomando û Koalîsyona Navdewletî ve li dijî şaneyeke çeteyên DAÎŞ’ê hatiye lidarxistin.
QSD’ê ragihand ku wê piştre agahiyên berfireh ên der barê operasyonê de ji raya giştî re parve bikin û ev tişt got: “Hêzên me bi Koalîsyona Navdewletî re di nava koordînasyonê de ye. Ji bo tevahiya rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê ji holê rabe û dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê em bi biryarin.”