Li Til Temirê 2 şehîd hatin veşartin
Şervanê QSD'ê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di êrîşên DAÎŞ'ê de şehîd bûn, li Til Temirê bi merasîmekê hatin veşartin.
Şervanê QSD'ê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di êrîşên DAÎŞ'ê de şehîd bûn, li Til Temirê bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Şiyar (Ehmed Newaf El Mihemed) û cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Mihemed Noman li goristana şehîdan a Til Temirê ya li bakurê bajêr hatin definkirin.
Ehmed Newaf El Mihemed, di 31’ê Gulanê de dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, li gundewarê Dêrazorê de şehîd bûbû, her wiha Mehmûd Mihemed Noman di 1’ê Hezîranê de di êrişa şaneyên DAIŞ’ê de li ser rêya "Ebyed" şehîd bûbû.
Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Beşar Koşê di şexê her du şehîdan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Bila dijminê me bibihîse, em xwedî vîn in û bi zend û hêza xwe ya leşkerî em ê wan têk bibin û ji xakên xwe derxin."
Koşê wiha domand: "Em soz didin şehîdan, ku heta pêkanîna armancên wan ên rizgarkirina xakê û parastina rûmeta gelê xwe em li ser şopa wan in."
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Emîn jî got: "Em QSD’ê ji malbatên şehîdan re dibêjin ku fedakariyên hevrêyên me yên şehîd vala naçin, em ê têkoşîna wan bidomînin heta ku serkeftinê misoger dikin."
Wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin.
Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyên herdu şehîdan bi tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd Namirin" defin kirin.