QSD: Sê şervanên me li deverên cuda şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di têkoşîna li dijî şaneyên DAÎŞ'ê de 3 şervanên wan li deverên cuda şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di têkoşîna li dijî şaneyên DAÎŞ'ê de 3 şervanên wan li deverên cuda şehîd bûne.
Di daxuyaniya QSD'ê de hate gotin, "Sê şervanên me ku bi erka xwe ya parastina herêma me û têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina terorê DAÎŞ'ê bi cih dianîn, li deverên cuda şehîd bûn."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Hevreyên me yên şervan Şiyar (Ehmed Newaf El Mihemed) û Selman (Mehmûd Hisên El Ferhan) di dema bersivdayîna bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de heya kêliya dawîn li ber xwe dan û şehîd bûn. Hevreyê me Birûsk Kobanê (Emar Muslim) ji ber nexweşiyeke girna ku demeke dirêj pêk ketibû şehîd bû.
Hêzên me îsbat kirine ku di parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe de dilsozên rêgezên xwe ne. Hêzên me di têkoşîna xwe ya li dijî rêxistina terorîst de fedakariyê dikin. Berdêl çi dibe jî tiştek wan ji pêkanîna erkên xwe yên nîştimanî venagerîne.
Bila serê tevahiya malbatên şehîdan sax be. Em ê tola xwîna şehîdên xwe ji kujer û xwefiroşan hilînin."
Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Birûsk Kobanê
Nav û paşnav: Emar Muslim
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-28’ê Gulana 2025’an.
Nasnav: Şiyar
Nav û paşnav: Ehmed El Mihemed
Navê dayikê: Nûra
Navê bav: Newaf
Cihê jidayikbûnê: Erîşa
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor –Behra – 31’ê Gulana 2025’an.
Nasnav: Selman
Nav û paşnav: Mehmûd El Ferhan
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Hisên
Cihê jidayikbûnê: Siwer
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê –Behra – 31’ê Gulana 2025’an."