ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Di nava 24 saetan de 3 çete hatin kuştin, wesayitek hate îmhakirin
QSD'ê ragihand ku di nava 24 saetan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û wesayiteke leşkerî hate îmhakirin. -
Ji bo tevlî berxwedana li Tişrînê bibin bi rê ket
Ji 4 bajarên kantona Cizîrê girseya gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket, ku tevlî nobeda berxwedanê bibe. -
Li her goşeya tunelên berxwedanê yên Tişrînê çîrokeke nû
Şervanên li Tişrînê ji bo bicihanîna mîsyoneke dîrokî bi biryardarî tevdigerin. Ji bo pêkhatina azadî û edaletê, ew bi roleke krîtîk radibin. -
QSD’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir: Em ê armancên wan pêk bînin
QSD’ê nasnameya 5 şervanên di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne eşkere kir û got: “Em soza xwe dubare dikin ku heta armancên wan pêk bînin em ê rêya wan bişopînin.” -
DYE: Berpirsyarê payebilind ê Hurras El Din hate kuştin
Artêşa DYE’yê ragihand ku rayedarekî payebilind ê Hurras El Din ku baskê El Qaîde yê Sûriyeyê ye, hate kuştin. -
'Em ti carî serî ji dijmin re natewînin'
Şervana YPJ'ê ya li eniya Tişrînê diyar kir ku heta dilopeke xwîn di canê wan de hebe wê ji bo azadiyê li ber xwe bidin û hêjayî baweriya gelê xwe, Rêbertî bin û destnîşan kir ku wê ti carî serî ji dijmin re netewînin. -
YPG: Wê ked û hewldana Egîd Roj neyê jibîrkirin
Navenda Ragihandina YPG’ê ji bo rojnamevan Egîd Roj ê 15’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Tişrînê li hemberî gel pêk anî de şehîd bû, sersaxî xwest. -
Soza têkoşînê û peyama dawî ya Egîd
Rojnamevanê şoreşger ê Efrînê Egîd Roj li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi kameraya xwe têkoşîn û hêviyên gelê xwe da nîşandan. Ew li eniyên herî pêş bû ku fedekariya şehîdan dinivîsand û di wê baweriyê de bû ku gotina azad çeka wî ya têkoşînê ye. -
QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir
QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne eşkere kir. -
Ji bo rojnamevan Egîd Roj li Hesekê şîn
Şandeyeke YRA û YRJ’ê çû serdana şîna rojnamevan Egîd Roj ê ku 15’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk de hate qetilkirin. -
Ji Daîreya Çapemeniyê banga li saziyên navneteweyî
Daîreya Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser bang li saziyên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên li ser rojnamevanan bêdeng nemînin. -
TEV-DEM’ê li dijî sûcên dewleta Tirk bang li NY’ê kir
Meclîsa Çapemeniyê ya TEV-DEM’ê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got, “Ev tirsa dewleta Tirk a ji çapemeniya azad, car din nîşan dide.” -
QSD: 2 SÎHA yên kamîkaze hatin xistin
QSD'ê ragihand ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) di nava 24 saetan de çalakî hatin kirin û 2 SÎHA hatin xistin. -
Egîd Roj: Dibe ez serketinê nebînim, lê Efrîn wê teqez rizgar bibe
Rojnamevan Egîd Roj beriya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bê qetilkirin gotibû, "Hêviyên xwe winda nekin, teqez wê serketin pêk were û em ê vegerin Efrînê." -
‘Em ê rêya Egîd Roj bidomînin’
QSD’ê rojnamevanê Çapemeniya Azad Egîd Roj ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin ku xwedî li xeta Çapemeniya Azad derbikevin.” -
Şervana Ereb a fedaiya azadiyê: Bêrîtan Amanos
Şehîd Bêrîtan Amanos bû pêşenga jinên Ereb ên li nava refên YPJ'ê. Bêrîtan Amanos ku pêşengî ji berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê re kir, weke yek ji neferên têkoşîna azadiyê ya jinê tevlî karwanê nemiran bû. -
Têkiliya ku beriya 38 salan danî, rêveçûna jiyana wî diyar kir
Mehmûd Hecî Ebdullah ku sala 1987'an kûryetiya PKK'ê kir, di salên 1991 û 1993'an de têkiliyeke xurt bi Rêber Apo re danî û bi vî rengî rêveçûna jiyana xwe diyar kir. -
Dewleta Tirk a dagirker Rojnamevan Egîd Roj qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî Rojnemvan Egîd Roj ku geşedanên li Bendava Tişrînê dişopand, qetil kir. -
Li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku li gundewarê Dêrazorê şaneyeke rêxistina DAÎŞ’ê bêbandor kir, serçeteyê şaneyê û 2 endamên wê hatin girtin. -
Şêniyên Girkê Legê li dijî komployê meşiyan
Li Girkê Legê bi hezaran kes li dijî Komploya 15’ê Sibatê meşiyan û peyama, “Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşîna xwe mezin bikin.” -
Li Helebê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
Bi hezaran xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo protesto kirin û daxwaza azadiya wî kirin. -
Dewleta Tirk Girê Sivê yê Kobanê bombebaran dike
Dewleta Tirk a dagirker van kêliyan bi balafirên şer Girê Sivê yê bajarê Kobanê bombebaran dike. -
Şêniyên Dêrazorê bi meşekê komplo şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meşeke girseyî şermezar kirin. -
Xelkê Hesekê: Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin
Bi deh hezaran kes beşdarî mîtînga li Hesekê bûn. Di mîtîngê de peyama ‘wê sîstema êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê hilweşe’ hate dayîn. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî hat protestokirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo hate protestokirin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê têkoşîn bidome.