Ji Daîreya Çapemeniyê banga li saziyên navneteweyî

Daîreya Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser bang li saziyên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên li ser rojnamevanan bêdeng nemînin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ ROJNAMEVANAN

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên êrişên xwe li dijî gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li dijî Bendava Tişrînê berdewam didomînin.  Berxwedana dîrokî ya QSD û gelê me ya li bendavê  hemû plan û armancên dewleta Tirk li herêmê têk bir. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku sûc û binketinên xwe veşêrin, bi awayekî rasterast rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê yên ku rastiyan dişopînin dikin hedef.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya sûcên xwe yên domdar de, duh (15’ê Sibat) bi balafirekê hevalê me yê rojnamevan Şervan Sîdo (Egîd Roj) yê ku berxwedana dîrokî ya gelê me li Bendava Tişrînê dişopand, kir hedef û şehîd xist.

Em di Daîreya Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sersaxiyê ji malbata hevrê Egîd Roj, hemû rojnamevan, xebatkarên çapemeniyê, gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin.  Di heman demê de em sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk hemû qanûn û pîvanên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan di demên şer de, binpê dike.

Em teqez dikin ku ragihandina heqîqetê beriya her tiştî erkeke nîştimanî û welatparêziyê ye. Rojnamevanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rastiya van sûc û êrişan nas kirine, lew ra ev êriş dê wan ji mîsoyona aşkerakirina rastiyan dûr nexin.

Careke din em bang li aliyên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan dikin ku li hemberî pêkanînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojnamevanan ji bêdengiya xwe derkevin."