YPG: Wê ked û hewldana Egîd Roj neyê jibîrkirin

Navenda Ragihandina YPG’ê ji bo rojnamevan Egîd Roj ê 15’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Tişrînê li hemberî gel pêk anî de şehîd bû, sersaxî xwest.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û rojnamevan Egîd Roj ê di êrîşa dewleta Tirk de hatî qetilkirin, bi bîr anî.

Daxuyaniya YPG’ê bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a dagirker bi rûxandina rejîma BAAS’ê ya 8’ê Kanûna 2024’an, ev du meh in êrîşên xwe yên berfireh ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin, didomîne. Ev êrîş bi giranî li derdora bendava Tişrînê û başûrê Kobanê tên kirin. Li gel artêşa Tirk a dagirker, hêzên paramîlîter ku piraniya wan welatiyên biyanî û bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê ne, tevlî van êrîşan bûne. Di hedefa van êrîşan de ne tenê hêzên leşkerî yên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine, gelê me jî yên li van herêman ku şer lê dijwar e tê hedefgirtin. Di van êrîşan de bi dehan welatiyên me şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha tevî ku êrîşên hêzên dagirker li gorî ti rêgez û qaîdeyên şer nayên kirin jî, bi dehan êrîşên ku sûcê şer in, hatine belgekirin û ji raya giştî re hatine parvekirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk rasterast rojnameger û kedkarên çapemeniya azad hedef digre û êrîşên namerdane pêk tîne.

Di 15’ê Sibata 2025’an de rêhevalê me yê rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad Egîd Roj ku li bendava Tişrînê berxwedana gelê me dişopand, di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Em hevrêyê xwe Egîd Roj bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wî û gelê xwe re dixwazin. Ked û hewldana wî ya bêdawî ya ji bo şoreşa Rojava nayê jibîrkirin û di têkoşîna me ya azadiyê de bê jiyandin.

Rêhevalê me Egîd Roj ne yekemîn rojnameger bû ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye şehîd xistin. Weke tê zanîn, rêhevala me Eylûl Nûhilat di sala 2016’an de di pêngava rizgarkirina Şehbayê de, rêhevalê me Heqî, Rêwan û Şîlan di êrîşa hewayî ya li ser Qereçoxê ya 25’ê Nîsana 2017’an de, rêhevalê me Welat Tolhildan di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya 2018’an de û rêhevala me Dilovan Gever di sala 2019’an de li Girêspî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rasterast hatin hedefgirtin û şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker rasterast rojnameger û kedkarên çapemeniya azad hedef digire, ji ber bi armanca veşartina sûcên şer ên li herêmê pêk tîne ye. Hedefgirtina kedkarên çapemeniyê li gor qanûnên navdewletî sûcê şer e. Mixabin bêdengiya hêzên navneteweyî û dezgeyên çapemeniyê rê li ber êrîşan vedike û wan rewa nîşan dide. Banga me ew e ku bi taybetî sazî û dezgeyên çapemeniyê divê teqez li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û dewleta Tirk li her derê bê reşkirin. Baweriya me bi çapemeniya azad a li ser şopa heqîqetê ye, heye û em hêvî dikin ku banga me bêbersiv nemîne.

Rêheval Egîd li Efrînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Hema bêje hemû endamên malbatê ji bo parastina şoreşa Rojava seferber bûne. Heval Egîd di temenekî ciwan de bi destpêkirina şoreşa azadiyê ya Rojava re di sala 2012’an de tevlî hêzên parastinê dibe. Heta sala 2014’an bi awayekî aktîf di nava hêzên parastinê de xebat dimeşîne. Di sala 2013’an de taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê ku bi giranî Kurd lê dijîn, bi gelê xwe re li dijî êrîşên çeteyan li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî parast. Tevî ku di van êrîşan de 2 caran birîndar bû jî dest ji têkoşînê berneda û di qadên xebatê yên cuda de têkoşîna xwe domand. Piştî tedawiyê beşdarî xebatên çapemeniyê bû. Heval Egîd di berxwedana Helebê, pêngava rizgarkirina Şehba û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de weke xebatkarekî çapemeniyê li pey rastiyan bû. Weke têkoşerê heqîqetê, di çapemeniyê de bi awayekî aktîf têkoşîn kir û ruhê serdemê nîşan da. Bi taybet Berxwedana li xeta Efrîn-Şehba-Helebê a gelê me yê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker bi belge kir û bi raya giştî re parve kir. Herî dawî jî rewşa şêniyên Efrînê yên ku koçber bûne û li herêmên Şehba-Helebê bi cih bûne, nîşan da.

Rêhevalê me Egîd ji roja ku dest bi têkoşîna xwe kiriye heya dawî berpirsyariyên xwe bi kedekî mezin li hember gelê xwe bi cih aniye. Wekî kedkarê ragihandina azad her tim li gel şervanên azadiyê û gelê xwe bû. Di çeperên herî pêş û dijwar de bi wêrekiyek mezin cih girtiye. Rêheval Egîd bi taybetmendiyên kesayetiyek bi cewher, xwedî disiplîn, xwedî sekna pîvanê rêhevaltiyê di dilê hevalên xwe de cîh girtiye.

Bi tempoyek bi coş û bê sekinandin herî dawî çûye xeta berxwedanê ya bendava Tişrîn, berxwedaniya gelê me ya li bendava Tişrînê kêlî bi kêlî şopandiye û ji raya giştî re parve kiriye û sûcên şer ên dewleta Tirk dagirker hemû belge kiriye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker rasterast rêheval Egîd hedef girtiye û şehîd xistiye.”