ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
TEV-DEM: Em kongreya li Şamê red dikin
TEV-DEM'ê "Kongreya Diyaloga Niştîmanî" ya li Şamê red kir û got: “Di wê kongreyê de nûnertiya gelê Sûriyeyê nehat kirin.” -
Dewleta Tirk li çoltera Riwêşidê 12 kes qetil kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker çoltera Riwêşid a başûrê Şedadê ya Kantona Cizîrê di nav de 4 şervanên QSD’ê, 2 şivan û 12 kes qetil kir. -
Li Eyn Îsayê 3 gund hatin bombebaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov 3 gundên rojhilatê Eyn Îsayê bombebaran kirin. -
MSD: Kongreya li Şamê tenê tedbîreke şeklî bû
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) diyar kir ku "Kongreya Diyaloga Niştîmanî" ya li Şamê hat lidarxistin, tenê tedbîreke şeklî ye û got, “Di vê kongreyê de tu dozên çarenûsî û siberoja Sûriyeyê bi cidî nehatin destgirtin.” -
QSD’ê nasnameyê 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameyên 3 şervanên ku di mehên Kanûn, Çile û Sibatê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Li Reqayê ji bo şehîd Beşar El Îbrahîm merasîma girseyî
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Beşar Ebdulselam El Îbrahîm li Reqayê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Zeynep Celaliyan: Em bibin yek û bi yek dengî biqîrin
Zeynep Celaliyan bi wesîleya zindanîkirina wan a li Girtîgeha Yezîd nameyek şand û li dijî darvekirinên li hemberî gelên Rojhilat û Îranê banga yekbûnê kir. -
QSD'ê rê neda dagirkeran
QSD'ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê hatine şikandin. -
Canda Mihemed: Bi diyalogê wê her tişt çareser bibe
Canda Mihemed diyar kir ku pêwîste ev hikumeta nû ya Sûriyeyê tevahî pêkhateyan di nava xwe de bihewîne û wiha got: “Bi diyalogê wê her tişt çareser bibe.” -
Ji Efrînê ta Bendava Tişrînê Şervanê heqîqetê; Egîd Roj
Hevrêya şehîd Egîd Roj, rojnamevan Lîlav Elî ku demekê dirêj hevdû nasdikirin diyar kir ku rojnamevan Egîd Roj ji Efrînê û heya Bendava Tişrînê kêliyên berxwedanê belge kir û got: "Egîd Roj, bi kesayeta xwe Egîdekî rastiyê afirandibû." -
Rêveberiya Xweser: Em ê nebin parçeyeke ji kongreya ku têde nûnertiya me nayê kirin
Rêveberiya Xweser diyar kir ku Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyeyê nûnertiya gelê Sûriyeyê nake û got: “Em ji naveroka vê kongreyê ne razî ne û em nabin beşek ji pêkanîna encamên wê.” -
Cenazeyê Şervanê QSD’ê Bêkes Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Bêkes Qamişlo yê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, hate veşartin. -
Şandeyek Brîtanî serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyek Brîtanî ji bo ku pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji nêz ve bişopîne, îro serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê diyar kir ku ew ê piştgirî bidin vê pergalê. -
Nasnameya şehîd Elî Mistefa hate eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamê xwe yê şehîd Elî Mistefa eşkere kir. -
Ji kantona Firatê gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket
Ji kantona Firatê bi sedan kes ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin, ji bo tevlî nobeda berxwedanê bibin. -
Hêzên QSD'ê li gelek eniyan êrîşên dagirkeriyê têk birin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku 24'ê Sibatê li gelek eniyan êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine şikandin. -
Ji 35 partiyên siyasî û tevgeran daxuyaniya ‘Kongreya Diyaloga Niştîmanî’
35 partî û tevgerên siyasî yên Sûriyeyê diyar kirin ku kongreya ku tê de nûnertiya hemû pêkhateyan tine be, bê encame û encamnameya wê jî bê wate ye. -
Li Hesekê ji bo 2 şehîdan merasîm hate lidarxistin
Ji bo şervanê QSD'ê Hedem Gabar û endamê Hêzên Xweparastinê Mihemed Ehmed El Hemada yên li Dêr Hafir û Hesekê şehîd bûn, li Hesekê merasîmek hate lidarxistin. -
Berxwedana gel a li Tişrînê 48 roj in dewam dike
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina Bendava Tişrînê 48 roj in dewam dike. -
Cenazeyê şehîd Rêzan Orkêş hate veşartin
Ji fermandarên QSD'ê cenazeyê şehîd Rêzan Orkêş li Amûdê bi merasîmekê hate veşartin. -
Ji QSD'ê bîlançoya rojane: Êrîş hatin şikandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku êrîşên 23'ê Sibatê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Tişrîn, Qereqozax û Dêr Hafirê hatin şikandin. -
Êrîşên dagirkeran ên li ser Tişrîn û Qereqozaxê careke din hatin şikandin
Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tirşînê û Pira Qereqozaxê careke din hatine şikandin. -
Jinên Rewşenbîr: Mifteya çareseriyê Rêber Apo ye
Leyla Ibrahîm û Anahîta Sîno diyar kirin ku di vê pêvajoyê de azadiya Rêber Apo pir girîng e û gotin, mifteya çereseriyê Rêber Apo ye. -
'Egîd ji bo gel û şervanan li ber xwe da'
Nûçegihana Ronahî TV’yê Hêvîdar Heranî qala Şehîd Egîd Roj kir ku li Bendava Tişrînê hate qetilkirin û got, Egîd Roj her gavê li kêleka gelê xwe bû. -
Koma nû gihîşt Bendava Tişrînê
Kerwanê ku ji bo nobedê dewr bigire ji Tebqa û Reqayê bi rê ketibûn, gihîşt Bendava Tişrînê.