Di cîhaneke tijî tarî de rojnamevan Egîd Roj ê kurê Çiyayê Efrînê bû çiraya hêviyê û dilê wî ji bo rastî û edaletê lêdixist. Ne tenê kameraya xwe di destê xwe de girtibû, lê xem û hêviyên gel di dilê xwe de hilgirtibû û di bin siya şer û dagirkeriyê de barê êş û azarên wan hilgirtibû. Derbarê Egîd Roj de dibe tişta herî cihêreng ew e ku rojnamevanî ji bo wî ji pîşeyekê wêdetir bû, beşek ji têkoşîna wî ya şoreşgerî û baweriya wî ya kûr a azadiyê bû.
Di dilê her şerekî de, Egîd hilbijart ku li eniyên pêş be û rastiyan bibelge bike. Di rêyên dijwar re derbas dibû û hilkişiyabû ser çiyayên Efrînê yên bilind ên ku şahidiya kevnariya axê û qîrîna azadiyê ya bêdawî dikirin. Di wan kêliyên ku axa di bin dagirkeriya dewleta Tirk de xwîn diherikî, ne tenê ji bo ragihandina nûçeyan, ji bo gihandina rastiyê, ji bo şahidiya fedekariya şehîdan û êşa birîndaran hilbijart. Egîd di dîroka berxwedanê de xeteke nû dinivîsand.
Rola wî ya rojnamevaniyê ne tenê ragihandina bûyeran bû. Di avakirina hişmendiya civakî de jî bi ruhê berxwedan û têkoşînê roleke mezin lîst. Egîd ji şahidekî wêdetir, ji bo belgekirina kêliyên ku bi xwîna bêgunehan hatine nivîsandin amûrek zindî bû. Ew êş û azarên gel vedibêje û bi hemû duristiyê asta qurbaniyan radixe ber çavan. Tevî metirsiyên ku dora wî girtibûn jî, wî bi cesareteke bênavber karê xwe yê rojnamevaniyê domand û ji peyama xwe ya ragihandina rastiyê paşve gav neavêt.
JI EFRÎNÊ DESTPÊ KIR
Egîd Roj li Efrînê di malbateke welatparêz a ku gelek şehîd û berxwedêrên qehreman daye, ji dayik bûye. Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2012’an de tevlî têkoşîna şoreşgerî bû, beşdarî xebatên parastina rewa bû. Piştre karê rojnamevaniyê hilbijart û bi salan di nava çapemeniya azad de kedeke mezin da.
BERXWEDANA EFRÎN, ŞEHBA Û HELEBÊ BELGE KIR
Di wan salan de li ser rûmalkirina berxwedana Efrînê, herêmên Şehba û Helebê û belgekirina operasyonên rizgarkirinê yên ku li wan deveran ji komên çete hatin dîtin, kar kir. Di sala 2018’an de Egîd Roj xebatên xwe yên belgekirina berxwedana Efrînê berdewam kir, zêdetirî 2 mehan bi şervanan re derbas kir, operasyonên wan şopand û belge kir. Her wiha xwest rewşa gelê me yê koçber li herêmên Şehbayê belge bike.
Ji Efrînê heta Şehbayê pêngavên Egîd di meşa azadiyê de bû û şahidiya îrade û israrê kir. Li cihê her gava ku wî diavêt, ramanek şoreşgerî ya tijî hêvî û sekn hebû. Egîd di navbera çiyayên Efrînê de, ew çiyayên ku bûne sembola berxwedana gelê Kurd, dimeşiya û bi gavên ji xwe bawer dimeşiya, di dilê wî de pîvan û nirxên azadiyê hebûn ku pejirandibû. Di her pêngavê de ramana Rêber Apo ji xwe re esas digirt û di wê baweriyê de bû; azadî nayê dayîn, tê bidestxistin. Ev ramana şoreşgerî bû ronahiya ku wî di rêyeke dijwartir de derbas bike.
Egîd ne tenê di şer de şervan bû, berpirsyariya gihandina rastiyê ji cîhanê re jî li ser milên wî bû. Her cara ku bi dijminên xwe re rû bi rû maye, ji bo dozeke ji xwe mezintir, doza hemû gelên ku dixwazin bigihêjin azadiya xwe û bi salan bêhiqûqî û dagirkeriyê bi dawî bikin, serî hilda. Fikra wî ne tenê bi şerê leşkerî, ji bo gihandina rastiya têkoşîna gelê Kurd bû. Têkoşînê li her qada jiyanê belav kir. Ew bû veguhezvanê dilsoz ê dîroka gelê xwe û xeyalên azadiyê.
Li çiyayên Efrînê şer ji şerekî leşkerî wêdetir bû; şerê hebûnê bû û îspatkirina têkneçûna îradeya azad bû. Bi vegotina vê rastiyê gavên Egîd ne tenê tê wateya berxwedana çekdarî, di heman demê de bû cewhera şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk. Ji Çiyayê Hawarê heta Lîlonê û ji derdora Efrînê heta navendên wê, Egîd her tim îspat kir ku ew ne tenê şervan e, di heman demê de ew şahidê komkujiyên li dijî sivîlan e. Ji bo wî gihandina van rastiyan ji cîhanê re parçeyek ji berxwedanê bi xwe bû. Wî her tim dixwest ku dengê gelê Efrînê li her çar aliyê cîhanê were bihîstin, da ku têkoşîn di bîra kolektîf de zindî bimîne.
Pêngavên wî îfadeya zindî ya îradeya neşikestî û baweriyek kûr bû ku rastî bêyî pirsgirêkan dê bi ser bikeve. Egîd ne tenê li dijî çekan, li dijî tinekirin û cehaletê jî li ber xwe da û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê bi dem û mekan re sînordar nîne.
Têkoşîna Egîd ji bawerî û ramana Rêber Abdullah Ocalan e ku bi felsefeya xwe ya li ser azadiya civakî û siyasî dizivire û ji bindestî û neheqiyê dûr ket û dixwest azadî û rûmeta Kurdan vegerîne. Egîd her wiha di meşa şehîdên azadiyê de ku ji bo azadkirina ax û gelê xwe canê xwe feda kirin, di dilê xwe de fikrê şoreşgerî yê Ocalan ku teslîm nebû û xwe spartiye fedekarî û sekna li hemberî neheqiyê hewand.
RAGIHANDINA AZAD Û ÇEKA ŞOREŞGERÎ
Çawa ku Ocalan di tevahiya jiyana xwe de ji bo şikandina zincîrên zilm û dagirkeriyê têkoşiya, Egîd jî rêya xwe ya ji bo belgekirina berxwedana gelê xwe bi cesaret berdewam kir. Ji Efrînê heta Şahba, ji Helebê heta çiyayên bilind, li wir wêneyên ku çîroka têkoşîna nifşan vedibêje, hildigire.
ŞEHÎDÊN AZADIYÊ JI BO EGÎD BÛNE ÎLHAMEK MEZIN
Şehîdên azadiyê yên ku di şerê xaka welatê xwe de xwe feda kirine, ji bo Egîd bûne îlhamek mezin. Ev şehîdên ku ji bo welat û doza xwe ya mafdar canê xwe feda kirin, bûne ronîkirina rêya kesên ku peyama azadî û edaletê hildigirin. Şehîdên weke wan wateyên herî bilind ên têkoşîn û fedekariyê anîne ziman û ew in ku li herêmê tevgerên rizgariyê dane destpêkirin.
Bi her wêneyê ku Egîd dikişand û bi her raporta ku li ser wan dinivîsand, cesareta van şehîdan bi bîr anî ku ji bo ku kesên din azad û rûmetê bijîn canê xwe feda kirine. Egîd di her gotin û wêneyê de xwest ku ew ruhê nemir, ew ruhê ku di dilê azad de zindî dimîne, bi cih bike.
Rêber Abdullah Ocalan her tim anî ziman ku berxwedan yekane rêya bidestxistina azadiyê ye. Ev prensîb ji bo hejmareke mezin ji kesên ku bi dadmendiya doza xwe bawer in, bûne çavkaniya îlhamê. Egîd di bin bandora vê ruhê berxwedanê de mabû û şehîdan weke mînak û sembola berxwedan û dilsoziya bi prensîban re dît.
Di nava van şehîdên ku di dilê Egîd de şopeke zelal hiştin rêheval Rohende û şehîd Tolhildan jî hebûn. Ew ji bo wî sembola têkoşîn û baweriyê bûn û bandora wan a li ser têkoşîna Egîd kûr bû. Rêheval Rohende îrade û hêza xwe ya li hemberî her dijwariyekê dihewand, şehîd Tolhidlan jî mînaka wêrekî û baweriya tam a ku mafê ji dest nadin bû.
Van şehîdan teşwîq kirin ku Egîd bêyî ku zehmetiyan dikişîne têkoşîna xwe bidomîne. Egîd di wê baweriyê de bû ku rêya heqîqetê ne hêsan e û peyama azadiyê ancax bi fedekarî û têkoşîna berdewam dikare were bidestxistin. Ji ber vê yekê, wî di rêwîtiya xwe de her dem di dilê xwe de baweriyek kûr hilgirtibû ku berdêl çi dibe bila bibe heqîqetê bigihîne cîhanê.
Egîd her kêliya ku dixebitî, çi dinivîsand, çi wêne dikişand, çi jî analîz dikir, van nirx û prensîbên ku şehîdan di dilên azadîxwazan de çandibûn, ji bîr nedikir. Egîd ji bo gihandina peyama xwe bi israr xebata xwe domand. Bi îradeyeke bêwestan û teslîmiyetê nas nake, di wê baweriyê de bû ku meşa azadiyê ya ku şehîdan daye destpêkirin heta serketinê bidome.
Li çiyayên Efrînê ku axa şoreşgeran deng veda, Nîdal Egîd bi wê dengbêjiyê re li hev kir, fikirê Rêber Abdullah Ocalan hilgirt û ji cîhanê re îspat kir ku gelê Kurd heqaretê qebûl nake û ji xeyala xwe ya azadiyê paşve nagere. Çawa ku çiyayên bi hêz li ber xwe didin, Egîd jî li hemberî zext û zordariya medyayê û rûbirûbûna metirsiyê li ber xwe da û weke şervanekî wêrek jiya û di wê baweriyê de bû ku rojnamevanî mîna çekekê ji bo bidestxistina edalet û azadiyê ye.
SOZA TÊKOŞÎNÊ PEYAMA DAWÎ YA EGÎD E
Di sohbeta me ya dawî de Egîd Roj ji min re behsa berxwedana bêwestan a gel û lehengên li eniyên şer û hêviya ku teslîmiyetê nizane kir. Dilê wî bi yek xewnekê lêdixist: 'Em dixwazin Efrînê azad bibînin.' Gotinên wî mîna agirê ku di kûrahiya erdê de dişewite, hêz û motîvasyoneke bêhempa dida min. Nameya wî ya dawî ku min bi destan nivîsandibû, sozek bû ku min bi xwe re dabû ku ez bibim dengê wî û têkoşîna wî di her herf û her gotinekê de bi cih bikim. Ew nameyê diyariyek bû ku wî ji min re hişt, wekî hêzek nevemirî.