TEV-DEM’ê li dijî sûcên dewleta Tirk bang li NY’ê kir

Meclîsa Çapemeniyê ya TEV-DEM’ê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got, “Ev tirsa dewleta Tirk a ji çapemeniya azad, car din nîşan dide.”

TEV-DEM

Meclîsa Ragihandinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojnamevanan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Meclîsa Ragihandinê ya TEV-DEM’ê bal kişand ser sûc û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê û diyar kir ku rojnamevanên herêmê çav û şahîdên sûcên dewleta Tirk a faşîst in.

Di daxuyaniiyê de hate gotin "Rojnamevan bi kamera û raporên xwe derew û îdiayên şerê dirûnî yên ku dewleta Tirk a dagirker dide meşandin, radixin ber çavan. Rojnamevan her wiha berxwedana efsanewî ya QSD’ê û îradeya xurt a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girêdana gel bi destkeftiyên xwe radigihînin. Ji ber vê yekê dibin hedefa dewleta Tirk a faşîst a ku tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike."

Di dewam daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji destpêka şerê li Bendava Şehîdan (Tişrînê) ve  gelek rojnamevan bûn hedefa rasterast a dewleta Tirk a dagirker û ev tişt hat gotin, "Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser rêya Bendava Tişrînê û bajarê Sirînê yê Kobanê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Duh jî (15’ê Sibata 2025’an) rojnamevan ê ji bajarê Efrîna dagirkirî Egîd Roj li Bendava Berxwedanê (Bendava Tişrînê) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bû. Ev jî careke din tirsa dewleta Tirk a faşîst ji ragihandina azad a ku hovîtiya wê aşkera dike, nîşan dide. "

Di daxuyaniyê de soza şopandina şehîdên xeta ragihandina azad hate dayîn û bêdengiya hêzên nanveteweyî ya li êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî hat şermezarkirin. Hate gotin, bêdengî dewleta Tirk teşwîq dike ku hîn zêdetir sûcan bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên hiqûqî, mirovî û yên Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku ji bo şopandin û nirxandina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê û hedefgirtina rojnamevanan komîteyeke serbixwe ava bikin.