QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir
QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne eşkere kir.
QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama bersivdana êrîşên dijmin ên li dijî herêmê de 7 şervanên QSD’ê di dem û cihên cuda de şehîd bûn.
Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:
"Êrîşên dijminane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên wê yên pêşketinê li tevahî eniyên şer bi taybet li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê didomin. Tevahî hewldan û êrîşên wan li hember berxwedana şervanên têk diçin û ji destê şervanên me derbên giran dixwin.
Berxwedana rojên borî yên hêzên me îsbat kir ku vîn di şer de çeka herî bihêz e. Heta ku şervanên xwedî vîn û hêz in û pêkhateyên herêmê piştgiriyê didin wan wê teqez serkeftina para me be û em ê dagirkeriyê û çeteyên wê têk bibin.
Destana ku şervanên me di wê berxwedanê de dinivîsînin tevahî cîhan matmayî kir û bedewtirîn talboya hevgirtinê afirand. Fedakariyên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrê tevlî hev bû û xetên sor li pêş çavnebarên herêmên me, neqişandin.
Di vê berxwedana dîrokî de 7 şervanên gihîştin asta şehadetê û wiha ne: Şiyar Hesekê/Remzet Tehsîn Ebdulwehab, Birûsk Dêrik/Salih Mihemed Emîn Îbrahîm, Lewend Erîşe/Udey Mihemed Ehmed, Întîqam Reqa/Elî Ehmed Hemed, Ronî Welat/Ewad Deham El Hisên, Malik Cebel/Fadî Ebas Heson El Xalid, Şevger Kobanê/Cîhad Mistefa Bekî.
Em sersaxiyê ji malbatên van şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin û biryara me ya pêşîn û dawîn ew e ku em berxwedan û têkoşîna xwe heta pêkanîna xewnên xwe mezin bikin, parastina gel û herêmên xwe bikin.
Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:
Nasnav: Şiyar Hesekê
Nav û paşnav: Remzet Tehsîn Ebdulwehab
Navê dayikê: Leyla
Navê bav: Tehsîn
Cihê jidayikbûnê: El Meyadîn
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, gundê Memûdiyê, 28’ê Kanûna 2024’an
Nasnav: Birûsk Dêrik
Nav û paşnav: Salih Mihemed Emîn Îbrahîm
Navê dayikê: Îman
Navê bav: Mihemed Emîn
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 28’ê Kanûna 2024’an
Nasnav: Lewend Erîşa
Nav û paşnav: Udey Mihemed Ehmed
Navê dayikê: Tirkiye
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Til Temir
Cih û dîroka şehadetê: Zirgan- 24’ê Kanûna 2024’an
Nasnav: Întîqam Reqa
Nav û paşnav:Elî ehmed Hemed
Navê dayikê: Umeye El Bedax
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê-Şiyox, 12’ê Kanûna 2024’an
Nasnav: Ronî Welat
Nav û paşnav: Ewad Deham El Hisên
Navê dayikê: Fatme
Navê bav: Deham
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir, 25’ê Kanûna 2024’an
Nasnav: Malik Cebel
Nav û paşnav: Fadî Ebas Heson El Xalid
Navê dayikê: Suriye
Navê bav: Ebas
Cihê jidayikbûnê: Til Birak
Cih û dîroka şehadetê: Terteb, 08’ê Sibata 2025’an
Nasnav: Şevger Kobanê
Nav û paşnav: Cîhad Mistefa Bekî
Navê dayikê: Hêva
Navê bav: Mistefa
Cihê jidayikbûnê: Kobanê-gundê Xezîne
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 12’ê Sibata 2025’an."