Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Gelê kantona Cizîrê gihiştin Bendava Tişrînê

Gelê kantona Cizîrê û koçberên kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ku tevlî çalakî û berxwedana Bendava Tişrînê bibin, gihîştin bendavê.

CvGelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiya nobetê li bendavê didomîne.

Bi dehan şêniyên ji bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Til Birak, Şedadê, Hol û Hesekê û koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ku çalakiya nobedê dewr bigirin vê sibehê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.

Beriya çend kêliyan gelê Cizîrê û koçberên Efrîn û Şehbayê gihîştin Bendava Tişrînê û nobedê ji şêniyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê ku ji 9’ê Nîsanê ve li bendavê ne, dewr bigirin.