Ji bo şehîdê Tişrînê li Amûdê merasîma girseyî

Cenazeyê endamê Hêzên Komandos a QSD’ê Xidir Murad (Cano Amûdê) yê ku 8’ê Çileyê li Bendava Tişrînê di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû, li Amûdê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê îro ji bo beşdarbûna merasîma veşartina cenazeyê şervanê hêzên QSD’ê Xidir Murad (Cano Amûdê) ku di 8’ê Çileyê de di berxwedana bendava Tişrînê de şehîd bibû, ber bi goristana şehîd Îsmaîl Hawkar ve herikîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Mihemed Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Ehmed diyar kir ku, "Bêyî lehengiya şehîdan, me nedikarî di nava aştiyê de bijîn."

Piştî axaftinê cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” spartin axê.

Di 29’ê Çileyê de merasîma xiyabî ji bo şehîd Xidir hatibû lidarxistin, lê îro piştî wergirtina cenazeyê spartin axê.