Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê dewam dike
Çalakiya berxwedanê ku bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji dewleta Tirk a dagirker hatiye destpêkirin, di roja 93’an de dewam dike.
Çalakiya berxwedanê ku bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji dewleta Tirk a dagirker hatiye destpêkirin, di roja 93’an de dewam dike.
Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û parastina bendavê, ji 8’ê Çileyê ve li Bendava Tişrînê nobetê digrin. Îro jî koma 15’emîn ya xelkê bajarê Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê yên Kantona Cizirê gihîşt bendavê û tevlî berxwedanê bû.
Girseya gel bi coş ji aliyê nobedarên li Bendava Tişrînê di nobetê de ne hatin pêşwazîkirin.