Cenazeyê şervanê QSD'ê Salih Mehmûd El Bişo hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Salih Mehmûd El Bişo ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bû, li Til Hemîsê hat veşartin. Di merasîmê de şervanê QSD’ê Ebdulhelîm El Ebdullah hat bibîranîn.

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîs û gundewarê wî û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Salih Mehmûd El Bişo li goristana şehîdan a bajêr veşartin. Şehîd Salih di 25'ê Çileya 2025'an de di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bû. Dûre jî merasîmeke xiyabî ji bo şervanê QSD'ê şehîd Ebdulhelîm El Ebdullah ê ku di 2'yê Çileya 2025'an de li Bendava Tişrînê şehîd bû, hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Hemîsê Xalid El Nayif axivî û sersaxî da malbatên tevahî şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî malbatên herdu şehîdan û got: "Em sersaxiyê didin malbatên her du şehîdan. Ev her du şervan di oxira pêkanîna ewlehî, îstîqrar û jiyankirina aştiyane de canê xwe da."

Piştre Hevserokê Desteya Olî ya bajêr Mela Muitez got: "Em roj bi roj şehîdan oxir dikin û ji cîhanê re dibêjin ku dijmin nikarin bikevin xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em di rêya têkoşînê û fedakariyê de dewam dikin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin. Piştre cenazeyê şehîd Salih Mehmûd El Bişo bi tilîliyên dayikan hat veşartin.