BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Zulfeqar Qamişlo bi merasîmekê hate veşartin

Şervanê QSD'ê Zulfeqar Qamişlo ku li Eyn Îsayê şehîd bû bi merasîmekê hate veşartin. Ji bo gerîlayê HPG'ê şehîd Mazlûm Yekta jî merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê Ji bo şervanê QSD’ê Zulfeqar Qamişlo (Mihemed Mihemed) ku 25’ê Çileyê li Eyn Îsayê şehîd bûbû, merasîma cenaze û ji bo gerîlayê HPG’ê Mazlûm Yekta (Mihemed Şêx Hemdî) ku 15’ê Sibata îsal li Qendîlê şehîd bûye, merasîmeke xiyabî hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Qamişlo, endamên meclisa leşkerî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El Casim axivî. Fatima di axaftina xwe de soza domandina têkoşînê da û got: "Şehîdan bi keda xwe ya parastina welat navên xwe di rûpelên dîrokî de nivîsandin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî bal kişand ser berxwedana li Bendava Tişrînê tê raberkirin û got: "Canê xwe feda kirin, lew ra navê bendava Tişrînê bû bendava şehîdan."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Omer El Hemîd qala têkoşîna şehîd Zulfeqar Qamişlo kir. Her wiha jî bal kişand ser nirxên şehadetê û got: "Cihê şehîdan bilind e. Şehîd di dilê me de ne."

Piştî axaftinan beşdaran li qeyda dengê şehîd Mazlûm Yekta guhdarî kir ku tê de qala têkoşîna xwe dike. Piştre jî wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Zulfeqar Qamişlo bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat definkirin.